Serokwezîrê Pakistanê: Civîna Îran û Amerîkayê dê çarenivîssaz be
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Pakistanê derbarê destpêkirina dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê yên li welatê wî ragihand ku ev gotûbêj di kêliyeke "çarenivîssaz" de tên kirin ku mirov dikare wekî qonaxeke "çarenivîssaz" bi nav bike.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, di peyameke televîzyonî de ji bo welatiyên welatê xwe re got: "Şandeyên Îran û Amerîkayê ji bo dan û standinan digihin Îslamabadê ku armanc jê dabînkirina aştiyeke mayînde ye li herêmê."
Serokwezîrê Pakistanê spasiya serkirdayetiya her du welatan kir ku li ser daxwaza wî, razîbûna xwe ji bo ragihandina agirbestê û destpêkirina gotûbêjan nîşan da.
Şehbaz Şerîf got, ev dan û standin ji bo çareserkirina pirsên aloz in, ev jî ew qonax e ku jê re tê gotin çarenivîssaz.
Hikûmeta Pakistanê tekez kir ku ew hemû hewlên xwe ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê bi kar tîne û daxwaz ji welatiyên welatê xwe jî kir ku ji bo serkeftina dan û standinan dua bikin.
Donald Trump alîkarê xwe erkdar kiriye da ku rêçareyeke ji bo bidawîkirina wî şerî peyda bike ku 6 hefteyan li gel Îranê berdewam kir.
Ev gava Trump di demekê de ye ku berê gefa "jinavbirina hemû şaristaniya Îranê" xwaribû.
Ji xeynî JD Vance, Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff, Şêwirmendê Amerîkayê Jared Kushner û Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di şandeya Amerîkayê de cih digirin.
Witkoff berê beşdarî sê xulên dan û standinên nerasterast bûbû ku armanc jê kêmkirina nîgeraniyên Washingtonê yên derbarê bernameya atomî, mûşekên balîstîk û komên wekaletkar ên Îranê de bûn, berî ku 28ê Sibatê Amerîka û Îsraîl şer li dijî Îranê ragihînin.