Axios: Keştiyên Amerîkayê di Tengava Hurmizê re derbas bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Malpera nûçeyan a Axiosê ragihand ku ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê ve, cara ewil keştiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê di Tengava Hurmizê re derbas bûn.
Li gorî nûçeya Axiosê ya ku disipêre rayedarên Amerîkayî, çend keştiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Hat diyarkirin ku ew derbasbûn bêyî hevahengiya bi Îranê re hatiye kirin.
Tengava Hurmizê û qedexeya Îranê
Divê were gotin ku Hêzên Çekdar ên Îranê piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê derbasbûna keştiyên Amerîka, Îsraîl û hevalbendên wan a di Tengava Hurmizê re qedexe kiribû.
Hêzên Deryayî yên Îranê, bi mûşek û dronên bombebarkirî li hinek keştiyan xistibû ku hewl didan di tengavê re derbas bibin.
Îranê destûr dabû hinek welatan
Îranê bi şertê hevahengiyê destûr dabû keştiyên hinek welatên ku beşdarî êrişan nebûne da ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Her wiha Îranê ragihandibû ku Îraq ji qedexeyên li Tengava Hurmizê hatiye bexşandin.
Li aliyên din, çapemeniya Îranê destnîşan kiribû ku rojane bi qasî 10 keştî di Tengava Hurmizê re derbas dibin.