CENTCOM: Me li Tengava Hurmizê dest bi paqijkirina mayînan kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tengava Hurmizê CENTCOM Paqijkirina Mayînan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Tengava Hurmizê dest bi paqijkirina mayînan kiriye.

CENTCOMê eşkere kir ku îro du keştiyên şer ên Amerîkayê li herêmê dest bi operasyonê kir.

Keştiyên bi navê USS Frank E. Peterson (DDG 121) û USS Michael Murphy (DDG 112) di Tengava Hurmizê re derbas bûn û li Kendavê dest bi kar kir.

Armanca sereke ya vê operasyonê ew e ku tengav ji mayînên deryayî were paqijkirin.

Ev mayîn berê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatibûn danîn.

Rêyeke nû û ewle

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper li ser operasyonê daxuyanî da.

Cooper diyar kir ku wan dest bi vekirina rêyeke nû kiriye û got:

"Em dê di demeke nêzîk de vê rêya ewle bi pîşesaziya deryayî re parve bikin da ku çûn û hatina bazirganiyê ya azad were teşwîqkirin."

Dronên binavî jî dê tevlî bibin

Tengava Hurmizê rêyeke navneteweyî ya deryayî ye.

Her wiha ji bo aboriya herêmî û cîhanî korîdoreke gelekî girîng a bazirganiyê ye.

CENTCOMê da zanîn ku dê di rojên pêşiya me de hêzên nû yên Amerîkayê û dronên binavî jî tevlî xebatên paqijkirina mayînan bibin.

Trump: Me ji bo welatan qeçiyek kir

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îro behsa mayînên li Tengava Hurmizê kiribû ku ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hatine danîn.

Trump ragihand ku wan dest bi paqijkirina Tengava Hurmizê kiriye û got:

"Me wekî qenciyekê ji bo welatên li seranserê cîhanê, di nav de Çîn, Japonya, Koreya Başûr, Fransa, Almanya û gelekên din dest bi paqijkirina Tengava Hurmizê kiriye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst