Netanyahu: Şerê bi Îranê re hîn bi dawî nebûye

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îsraîl Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku welatê wî di şerê li dijî Îran û komên ser bi wê ve "destkeftên dîrokî" bi dest xistine.

Netanyahu da zanîn ku wan bernameyên atom û mûşekan ên Îranê têk birine.

Netanyahu her wiha eşkere kir ku Libnanê ji bo destpêkirina dan û standinên rasterast ên aştiyê daxwaz pêşkêşî wan kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku şerê li dijî Îranê û komên girêdayî wê didome.

Netanyahu her wiha got, êrişên esmanî yên welatê wî û Amerîkayê gihîştine armancên xwe yên sereke.

"Îran nikare uranyumê dewlemend bike"

Netanyahu got, "Em gihîştine rewşeke wisa ku êdî ti navendeke Îranê ya ji bo geşkirina uranyumê nemaye."

Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir, eger ev şer derneketiba, niha Tehranê xwediyê çekên atomî bû.

Netanyahu eşkere kir ku artêşa Îsraîlê kariye bi dehan baregehên sereke yên Supaya Pasdarên Îranê li navxweyî welêt wêran bike.

Netanyahu got, "Şerê bi Îranê re hîn bi dawî nebûye û gelek tiştên me mane ku em li dijî wan bikin."

Serokwezîrê Îsraîlê got, "Hîn jî gelek uranyuma geşkirî li cem Îranê heye. Ev miqdar yan divê bi peymaneke siyasî ji welat were derxistin, yan jî em dê bi rêyên din rê li ber bigirin."

Netanyahu her wiha di gotara xwe de, bi bikaranîna nexşeyekê stratejiya Îranê ya "xeleka fetisandinê" ya li dijî Îsraîlê bi rêya Hemas, Hizbulah, Hûsî û milîsên din şîrove kir.

"Wan xwest me bifetisînin, lê em wan difetisînin"

Netanyahu diyar kir ku Îsraîlê rewş bi temamî berovajî kiriye û got:

"Wan xwest me bifetisînin, lê em wan difetisînin. Wan gefa jiholêrakirinê li me dixwar, lê niha ew ji bo man û nemana xwe şer dikin.

Îran êdî ne ew Îrana berê ye û Îsraîl jî êdî ne ew Îsraîla berê ye."

Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir ku wî beşeke mezin a jiyana xwe ji bo rêgirtina li bidestxistina çekên atomî ji aliyê Îranê ve terxan kiriye.

Netanyahu got, "Eger em derneketibûna operasyonê, dê niha bombeyên atomê yên Îranê hebûna. Me ew ji holê rakir."

Bernameya atom û mûşekan a Îranê hat têkbirin

Serokwezîrê Îsraîlê li ser operasyonên li dijî Îranê hûrgilî dan û destkeftên xwe yên sereke wiha rêz kirin:

- 12 zanyarên payebilind ên bernameya atomî ya Îranê hatin kuştin.

- Bi alîkariya Amerîkayê, navendên atomî yên wekî Fordo û Arakê hatin jinavbirin.

- Pergala sentrîfuj û kargeheke hilberîna uranyumê hatin têkbirin.

- Piranîya depoyên mûşekî yên Îranê û bi sedan avêjerên wan hatin jinavbirin.

- Desthilata Îranê gihîştiye asta xwe ya herî lawaz a di 47 salên dawî de.

Netanyahu her wiha qala operasyonên li dijî Hizbulahê jî kir û got ku wan Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nesralah kuştiye û di nav 6 demjimêran de depoya wan a ku ji 150 hezar mûşekan pêk dihat, ji holê rekiriye.

"Libnanê daxwaza dan û standinên aştiyê kir"

Benjamin Netanyahu yek ji destkeftên herî mezin ê vî şerî eşkere kir û got ku hikûmeta Libnanê ji bo destpêkirina dan û standinên rasterast ên aştiyê serî li wan daye.

Netanyahu wiha axivî "Di meha dawî de Libnanê çend caran daxwaz kir ku dan û standinên aştiyê yên rasterast dest pê bikin. Min jî ev yek erê kir lê bi du mercan."

Li gorî gotina wî, ew merc ev in:

1.  Divê Hizbulah bi temamî bêçek bibe.

2.  Divê peymaneke aştiyê ya rastîn were îmzekirin ku ji bo nifşan bidome.

Netanyahu bal kişand ser zêdebûna hêza Îsraîlê ya li herêmê û got:

"Welatên din jî li Rojhilata Navîn û derveyî wê dixwazin bi me re hevkariyê bikin, ji ber ku ew hêza me dibînin.

Hêz, hevalbendan nêzîk dike. Îsraîl niha ji her demê bihêztir e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst