DEM Partiyê Serokkomarê nû yê Îraqê Nizar Amêdî pîroz kir

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Nizar Amêdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê  Nizar Mihemed Seîd Amêdî pîroz kir ku wekî Serokkomarê nû yê Îraqê hat hilbijartin.

Namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî îro wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.

DEM Partiyê derbarê hilbijartina Serokkomarê nû yê Îraqê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama DEM Partiyê de hat gotin, "Em Birêz Nizar Amêdî pîroz dikin ku wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin."

DEM Partiyê diyar kir ku ew hêvî dikin ev encam ji bo gelê Îraqê bi xêr û xweşî be.

Her wiha hat xwestin ku ev yek aştî, aramî û paşeroja demokratîk a welêt xurt bike.

"Jiyana hevbeş"

DEM Partiyê di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser pêkvejiyana li Îraqê û girîngiya welatîbûna wekhev û got:

"Xurtkirina civaka pirnasnameyî, pirbawerî û pirçandî ya Îraqê ya li ser bingeha welatîbûna wekhev, dan û standin û lihevhatinê, ji bo aştiya herêmî xwedî girîngiyeke mezin e."

DEM Partiyê di dawiya peyama xwe de got, "Em hêvî dikin ku ev serdema nû rê li ber pêvajoyekê veke ku jiyana hevbeş a li Îraqê xurt bike."

Her wiha hat destnîşankirin ku divê ev serdema nû îradeya gel esas bigire û aramiya herêmî dabîn bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst