Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, bi gotinên tund êrişî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û jê re got, "Endamekî Birayên Misilman, kujerê Kurdan, Îsraîla ku xwe li hemberî hevkarên wî yên di Hemasê de diparêze, bi komkujiyê tometbar dike."
Katz her wiha bangî Erdogan kir û got, "Divê rûnê, bêdeng bimîne û devê xwe bigire."
Israel Katz îro li ser hesabê xwe yê Xê bi Tirkî peyamek belav kir.
Katz amaje bi wê yekê kir ku Erdogan bertek nîşanî wan mûşekên ku Îranê avêtine axa Tirkiyeyê nedaye û got,
"Piştî ku eşkere bû ew pilingekî ji kaxezê ye, serî li antîsemîtîzmê dide û li Tirkiyeyê li dijî serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Îsraîlê darizandinên sexte radigihîne."
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Erdogan bi tundî rexne kir û got, "Ev çi pûçiyeke mezin e.
Endamekî Birayên Misilman, kujerê Kurdan, radibe Îsraîla ku xwe li hemberî hevkarên wî yên di Hemasê de diparêze, bi komkujiyê tometbar dike."
Israel Katz di dawiya peyama xwe de tekez kir, "Îsraîl dê bi hêz û biryardarî xwe biparêze.
Dê ji bo Erdogan baştir be ku rûnê, bêdeng bimîne û devê xwe bigire."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse