Serokê ORSAMê: Li Sûriyeyê jî çek dê bikevin destê dewletê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê ORSAMê Kadîr Temîz diyar kir ku li pêşiya Sûriyeyê du rê hene û di her du rewşan de jî çek dê bikevin destê dewletê.

Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwest ku PKK kongreya xwe bicivîne xwe fesix bike û çekan deyne.

Partiya Karkeran Kurdistanê (PKK) 9ê Adarê ragihand ku wê kongreya xwe di navbera 5 û 7ê Gulanê de li dar xistiye û dê paşê biryarên kongreyê ji raya giştî re eşkere bike.

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Kadîr Temîz ji Rûdawê re ragihand ku raya giştî niha li bendê ye ku PKK biryarên xwe eşkere bike û bal kişand ser atmosfera erênî ya li Tirkiyeyê.

Kadîr Temîz got, "Em nêzîktirî aştiyê ne û atmosfereke erênî heye" û amaje pê kir ku hemû alî hatine dawiya pêvajoyê.

Serokê ORSAMê diyar kir, "Bendewariya Tirkiyeyê ew e ku çek demildest bên danîn" û destnîşan kir ku ev mesele bi tenê ne girêdayî Tirkiyeyê ye, her wiha bandorê li Sûriye û Îraqê jî dike.

"Li Sûriyeyê çek dê bikevin destê dewletê"

Wî got ku dê li Sûriyeyê jî hemû çek bikevin destê hikûmeta Şamê û wiha axivî:

 “Niha li Sûriyeyê du vebijêrk hene. Ya yekem, dê hikûmeta navendî li ser bingeha welatîbûna wekhev sîstemekê ava bike.

Vebijêrka duyem jî, hinek kom bi taybetî jî Kurd sîstemeke federal dixwazin.

Her du vebijêrk jî dê werin nirxandin lê di her du îhtimalan de jî çek dê werin danîn.”

Li gorî Temîz, piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ku Hemasê êrişî Îsraîlê kir li Rojhilata Navîn rewş guheriye û li Îraqê jî piştî hilbijartinên giştî dê rewş biguhere çekên di destên komên çekdar de dê bikevin destê Bexdayê.