Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya borî du keştiyên petrolê yên mezin di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Amarên şirketa Kplerê ya veguhastina deryayî eşkere kir ku her du keştiyan ji bo ku neyên naskirin pergala xwe ya nasîna otomatîk girtiye û ji Tengava Hurmizê derketine.
Petrola Ebû Debî û Îraqê hat veguhastin
Kplerê diyar kir ku yek ji van keştiyan, keştiya mezin a bi navê "Basra Energy" bûye.
Vê keştiyê 1ê vê mehê 2 milyon bermîl petrola Şirketa Neteweyî ya Petrolê ya Ebû Debiyê bar kiriye û 5ê vê mehê di Tengava Hurmizê re derbas bûye.
Li gorî amaran, alaya Panamayê li ser wê keştiya pir mezin hebûye û barê xwe yê petrolê li termînala Fûceyrehê vala kiriye.
Li hêla din, keştiyeke din a pir mezin a bi navê "Kiara M" roja yekşemê dema ku pergala xwe ya nasîna otomatîk girtî bûye, di Tengava Hurmizê re derbas bûye.
Alaya San Marînoyê li ser wê keştiyê bûye û hîn ne zelal e bê ma barê wê 2 milyon bermîl petrola Îraqê ber bi kû derê ve tê veguhastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse