Medyaya Îranê: Berteka Trump a ji bo bersiva me ne girîng e
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê piştî ku Donald Trump bersiva Tehranê ya ji bo pêşniyara Amerîkayê red kir, ragihand ku berteka Trump ne girîng e.
Ajansa nûçeyan a "Tesnîm"ê ya girêdayî Supayê Pasdaran a Îranê, şeva borî li ser zarê çavkaniyeke agahdar diyar kir ku ti qîmetê berteka Trump a li ser bersiva Îranê nîne û destnîşan kir:
"Çavkaniyeke agahdar ragihand ku berteka serokkomarê Amerîkayê li ser bersiva Îranê bêqîmet e û li Îranê ti kes ji bo dilxweşkirina Trump planan nanivîse."
Mafên gelê Îranê û dan û standin
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, divê tîma dan û standinan tenê ji bo mafên gelê Îranê planan amade bike.
Her wiha hat gotin ku nerazîbûna Trump tiştekî asayî û baştir e.
Di nûçeyê de hat angaştkirin ku “Trump ji ber ku ji rastiyê hez nake, li beramberî Îranê her têk diçe.”
Bersiva Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî ragihand ku bersiva Tehranê ya ji bo pêşniyara Washingtonê ya ji bo bidawîkirina şer ne li gorî dilê wî ye û ew bersiv bi rengê "bi temamî nayê qebûlkirin" pênase kir.
Tehranê bi rêya navbeynkarên Pakistanî bersiveke çend rûpelî ji bo pêşniyara 14 xalî ya Amerîkayê şandibû.
Li gorî agahiyan, Îranê di bersiva xwe de daxwaza garantiyên tund kiriye.
Her wiha Îranê ji bo paşvekişîna ji dozên nukleer û vekirina Tengava Hurmizê çend merc danîne.
Tê gotin ku ev mercên Îranê li gel xetên sor ên Washingtonê naguncin.