Nûnerê Trump û Fermandarê CENTCOMê çûn Xezeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper çûn Xezeyê.

Fermandarê CENTCOMê ragihand ku ew ji bo gotûbêjkirina aramiya piştî şer çûne û tekez kir ku ti leşkerên Amerîkayê dê li wê herêma Filistînî neyên bicihkirin.

Nûnerê Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff, Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper û zavayê Trump Jared Kushner baregeheke artêşa Îsraîlê ya li Xezeyê zayeret kir û wêneyê wan li ser torên civakî deng veda.

"Navendeke hevahengiyê ya sivîl û leşkerî"

Brad Cooper li ser hesabê CENTCOMê yê Xê derbarê serdanê de ragihand ku armanca serdanê gotûbêjkirina li ser avakirina "navendeke hevahengiyê ya sivîl û leşkerî" bi serpereştiya CENTCOMê bûye ku dê "piştgiriyê bide aramkirina aloziyê."

Hêza yekem a Amerîkayê ku ji 200 leşkeran pêk tê, gihiştiye Îsraîlê da ku di çarçoveya plana aştiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump de alîkariyê bide çavdêrîkirina agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de.

Artêşa Amerîkayê dê serpereştiya hêzeke pirneteweyî bike ku dê li Xezeyê were bicihkirin û tê pêşbînîkirin ku hêzên welatên wekî Misir, Qeter, Tirkiye û Îmaratê jî tê de bin.

"Leşkerên me bersivê didin banga aştiyê"

Cooper di posta xwe de nivîsî, "Leşkerên Artêşa Amerîkayê ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn bersivê didin bangekê û di vê kêliya dîrokî de piştgiriyê didin fermanên Fermandarê Giştî (Serokê Amerîkayê)."

Brad Cooper destpêka meha Tebaxê wekî Fermandarê CENTCOMê hatibû destnîşankirin ku ew fermandarî berpirsê operasyonên Artêşa Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn e.