Welatên Kendavê dixwazine hêzeke leşkerî ava bikin

11-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Hevakariya Kendavê lutkeya xwe ya 34emîn vê carê li Kuwêtê li dar dixe û pirsên ewlekariya Kendavê, Sûriyê, Misr, Îran û aştiya di navebra Felestîn û Îsraîlê de gotûbêj dike.

Wekîlê Wezareta Derve ya Kuwêtê Xalid el-Carilah di daxuyaniyekê de ragihand ku di projeya daxuyaniya dawî ya lutkeyê de pêşwazî li rêkeftina di navbera Îran û welatên Rojava de hatiye kirin.

El-Carilah diyar kir ku derbarê Sûriyê de jî, welatên Encûmena Hevkariya Kendavê dixwazin beşdariya kongreya Cenêv2 bikin daku di encam de hikûmeteke intîqalî li Sûriyê bê avakirin.

Derbarê Misrê de, di projeya daxuyaniya dawî ya lutkeyê de hatiye ku welatên Kendavê li ser ewlekarî û aramiya Misrê tekez dikin.

Di warê leşkerî de, lutkeya Kuwêtê dixwaze fermandariyeke leşkerî ya yekgirtî ji bo welatên Encûmena Hevkariya Kendavê û herwiha dezgeha interpolê jî bê avakirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst