Gideon Saar: Me komkujiya li Rojava rawestand

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku wan ji bo rawestandina êrişên li Rojavayê Kurdistanê zexteke dîplomatîk a cidî li Washingtonê kiriye.

Serokê Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê Yehuda Ben Yosef ji bo gotûbêjkirina pirsgirêka Kurdan û rûdanên herêmî bi Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar re hevdîtinek pêk anî.

Yehuda Ben Yosef li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û kêfxweşiya xwe ya li hemberî sozên Gideon Saar ên derbarê mijara Kurdan û parastina kêmaniyên li Rojhilata Navîn anî ziman.

"Me ji bo Rojava zext li Amerîkayê kir"

Gideon Saar di hevdîtinê de got, “Yek ji faktorên sereke yên rawestandina komkujî û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê, ew zexta dijwar bû ku hikûmeta Îsraîlê di hevdîtinên bi rêveberiya Amerîkayê re meşandin de kir.”

Saar tekez kir ku dema Kurd di bin gefê de bûn Îsraîl li kêlekê nesekinî û van hewldanên dîplomatîk rasterast beşdarî kêmkirina rageşiyê kir.

"Meseleya Kurd di ajandaya stratejîk a Îsraîlê de ye"

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê da zanîn ku pirsgirêka Kurdan bi perspektîfeke demdirêj û stratejîk di ajandaya dîplomatîk a Îsraîlê de cih digire.

Saar destnîşan kir ku Kurd ji bo aramiya herêmê xwedî girîngiyeke navendî ne.

Dosyaya Kurdan di lûtkeya Trump-Netanyahu de

lûtkeya ku tê plankirin di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump de bê kirin jî di hevdîtinê de hat rojevê.

Yehuda Ben Yosef diyar kir ku tê çaverêkirin di vê lûtkeya dîrokî de meseleya Kurdan di çarçoveya aramiya Rojhilata Navîn û têkoşîna li dijî komên Îslamî yên radîkal de were gotûbêjkirin.

Yosef ji Saar xwest ku kordînasyona bi Senator Lindsey Graham re kûrtir bike ku ew li Kongreya Amerîkayê pêşengiya doza Kurdan dike.

Yosef her wiha xwest ku dosyaya Kurdan ji aliyê dîplomatîk, ewlehî û exlaqî ve bi berdewamî li ser maseya hikûmeta Îsraîlê be.

Parastina kêmaniyan û şandeya ji Ewropayê

Di hevdîtinê de ne tenê rewşa Kurdan, rewşa kêmaniyên din ên herêmê yên wekî Durzî, Xiristiyan û Elewiyan jî hat nirxandin.

Her wiha serdana şandeya Kurdan a ku tê payîn ji Almanya û welatên din ên Ewropayê biçe Îsraîlê û girîngiya xurtkirina kanalên diyaloga rasterast a bi biryarderên Îsraîlî re hat axaftin.

Yehuda Ben Yosef li ser vê yekê got, "Em dê ji bo xurtkirina hevpeymaniya dîrokî ya di navbera gelên Cihû û Kurd de ku li ser azadî, nasname û berpirsyariya hevpar ava bûye, bi biryardarî tevgerin.”