Supaya Pasdaran: Trump agirbestê dixwaze
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Elî Fedewî ragihand ku Serokê Amerîkayê ev du roj in ji Îranê daxwaza agirbestê dike.
Elî Fedewî anî zimên ku ew dê êrişên xwe ji aliyê hejmar û kalîteyê ve berfirehtir bikin.
Alîkarê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Elî Fedewî doh di hevpeyvînekê de behsa rewşa şer kir.
Fedewî ragihand, “Wan [Amerîkayê] hemû cîhan kiriye navbeynkar da ku agirbest were kirin.”
“Amerîka bi ser neketiye”
Elî Fedewî got ku Amerîka di êrişên xwe yên li ser Îranê de bi ser neketiye û berdewam kir:
“Eger bi ser biketana, bi pey agirbestê nediketin. Berevajî vê yekê, dê daxwazên xwe bidomanda.”
Zêdekirina êrişan
Wî destnîşan kir ku ev du roj in Donald Trump û berpirsên din li pey agirbestê ne û wiha pê de çû:
“Çimkî guvaşeke zêde li ser wan heye. Me ji aliyê hejmar û kalîteyê ve êrişên xwe zêdetir kirine.
Niha ti mûşeka ku ber bi baregehên Amerîkayê yên li herêmê û Îsraîlê ve tê avêtin, şiyana wê ya hilgirtina teqemeniyan ji tonekê ne kêmtir e.”
Li hêla din, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku “Îran gihiştiye dawiya rê” û ew bi ser ketine.