Supaya Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê li tankereke Amerîkayê xist
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê tankereke petrolê ya Amerîkayê ya bi navê "Safesea Vishnu" kiriye hedef ku ala Giravên Marshallê li ser bû.
Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de hat diyarkirin ku ev tankera petrolê, îro berê sibehê li bakurê Tengava Hurmizê ji ber ku guh nedaye hişyariyên ducare bûye hedef.
Ji aliyê din ve, di daxuyaniyê hat gotin ku trafîka keştiyan a li Kendava Besreyê û Tengava Hurmizê di bin rîskeke mezin de ye.
Supaya Pasdaran, Amerîka ji vê rewşê berpirsiyar dît û diyar kir ku divê keştiyên bazirganiyê pêbendî rêzikên deryageriyê yên Îranê bin da ku nebin hedef.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28ê Sibatê ve dest pê kiriye û li herêmê aloziyeke mezin a leşkerî heye.
Êrişên bersivdayînê yên Îranê yên li hemberî êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê jî didomin.
Supaya Pasdaran a Îranê Tengava Hurmizê bi taybetî ji bo derbasbûna keştiyên ku pêwendiya wan bi Amerîka û Îsraîlê re heye girtiye.