<ms-cmark-node><ms-cmark-node>Hewlêr (Rûdaw)</ms-cmark-node></ms-cmark-node> - 24 saetên din, şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê hefteya duyemîn temam dike û derbasî hefteya sêyemîn dibe.
Hîn jî êrişên li dijî welatên Kendavê û herêmê di asta herî bilind de ne lê pergalên parastinê yên wan welatan êrişan pûç dikin.
Erebistana Siûdî
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî îro ragihand:
"Du dron hatin têkbirin û xistin ku ber bi qada petrolê ya Şeybeyê ve hatibûn arastekirin. Dron li çolê hatin xistin."
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî berê sibeha îro her wiha ragihand, "Du dronên din jî hatin xistin.
Yek ji wan ber bi herêm û cihê balyozxaneyan ve û ya din jî ber bi rojhilatê Erebistana Siûdî ve hatibû arastekirin."
Erebistana Siûdî di nava 13 rojan de zêdetirî 115 dron û 10 mûşekên Îranê têk birin.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdiyê 11ê Adara 2026an di zincîreyek daxuyaniyan de têkbirina 7 mûşekên Îranê ragihand û got:
"Şeş ji wan mûşekan ber bi Baregeha Asmanî ya Emîr Siltan a li parêzgeha Xerecê ve hatin avêtin û mûşeka heftem jî ber bi navçeyên rojhilatê Erebistana Siûdiyê ve hat avêtin."
Uman: Karvedana tund a êrişa li ser Selaleyê
Yek ji êrişên herî berbiçav ên 24 saetên borî êrişa droneke bombebarkirî ya li ser depoya petrolê ya li Bendera Selaleyê bû ku bû sedema karvedaneke tund a welatên Kendavê.
Îran dibêje êriş gumanbar e û ew lêkolînê li ser dikin, lê welatên Kendavê tiliya tohmetê dirêjî Îranê dikin ku êrişî wî welatî jî kiriye ku di warê pêwendiyên dîplomatîk de ji hemûyan nêzîktirî wê ye.
Umanê di 13 rojên borî de rûbirûyî 15 dronên Îranê bûye û piraniya wan hatine xistin.
Îmaratê zêdetirî 50 mûşek û dron têk birin
Di nava hemû welatên Kendavê de Îmarat rûbirûyî zêdetirîn êrişan bûye.
Pêleke dron û mûşekan ber bi wî welatî ve çû. Bi awayekî ku 6 mûşekên balîstîk, li gel 7 mûşekên krûzê û 39 dron hatin têkbirin.
Ev hemû tenê roja çarşemê ber bi Îmaratê ve hatin avêtin.
Bi vî awayî di nava 13 rojan de bi giştî zêdetirî hezar û 500 dron, 270 mûşekên balîstîk û 15 mûşekên krûzê ber bi Îmaratê ve hatin arastekirin.
Ev di nava hemû welatan de zêdetirîn e ku ber bi welatekî ve hatibe arastekirin.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ew amar piştrast kirin û got:
"Me 241 mûşek xistin, 19 mûşek li deryayê ketin û 2 mûşek jî li ser xaka welêt ketin."
Derbarê dronan de jî wezaretê ragihand ku hezar û 385 dron hatine xistin û 90 dron jî li navçeyên cuda ketine.
Kuweyt
Êrişên dronî yên li ser Kuweytê jî didomin.
Şeş xetên veguhastina karebayê ji ber êrişeke dronî ji kar ketin.
Her wiha berê sibeha roja pêncşemê Kuweytê komeke din a dronan têk bir.
Hinek ji wan li cihên avadan ketin û 2 kes birîndar bûn.
11ê Adara 2026an jî Kuweytê ragihand ku wan 8 dron têk birine.
Bi giştî di vê demê de Îranê 237 mûşek û 460 dron ber bi Kuweytê ve araste kirin û piraniya wan hatin têkbirin.
Qeter
Ji bilî wan welatan, Qeterê jî têkbirina 9 mûşekên balîstîk û komeke dronên Îranê ragihand.
Wezareta Parastinê ya Qeterê dibêje, "Pergala parastina asmanî bi serkeftî komeke metirsiyên dron û mûşekên balîstîk têk birin."
Ew mûşek û dron di 24 saetên borî de ber bi wî welatî ve hatibûn arastekirin.
Di nava 12 rojan de Îranê 63 mûşek û zêdetirî 70 dron ber bi Qeterê ve araste kirin.
Welat rojane mûşek û dronan têk dibe. Ji ber êrişan mezintirîn qada gazê ya li Qeterê hatiye girtin û vê yekê bandor li bihayê gaza xwezayî ya li cîhanê jî kiriye.
Urdin
Urdin yek ji wan welatên din e ku rojane rastî êrişan tê.
Li gorî amarên Berdevkê Artêşa Urdinê Mistefa Hiyarî, di 12 rojên borî de 60 mûşek û 59 firokeyên bêfirokevan ber bi wî welatî ve hatin arastekirin.
Bi giştî ji 119 dron û mûşekan 108 jê hatin têkbirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse