Trafîka li Tengava Hurmizê zindî dibe: 3 tankerên qerase derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî pêvajoya dîplomatîk a bi Îranê re û ragihandina agirbestê, trafîka tankeran a li Tengava Hurmizê ya stratejîk careke din zindî bû.

Sê tankerên qerase yên du şirketên Çînê û şirketeke Yunanistanê di tengavê re derbas bûn û sewqiyata herî mezin a şeş hefteyên dawî pêk anîn.

Li gorî amarên Marine Trafficê ku trafîka keştiyan dişopîne, her sê tankerên ku di tengavê re derbas bûne xwedî kapasîteya veguhastina derdora 6 milyon bermîl petrolê ne.

Hat tomarkirin ku di ti keştiyan de petrola Îranê nîne û ti pêwendiya bazirganî ya rasterast a keştiyan bi Îranê re nîne.

Ji keştiyên ku Tengava Hurmizê bi kar anîn, tankera bi navê "Cospearl Lake" a bi alaya Çînê 2 milyon bermîl petrola Îraqê veguhast.

Her du tankerên din, "He Rong Ha" ya Çînê û "Serifos" a Yunanistanê jî barê xwe ji Erebistana Siûdî wergirtibû.

Ev her du keştiyên şirketên Çînê, ji destpêka şer û pevçûnên li herêmê ve bûn tankerên yekem ên Çînê ku ji Kendava Besreyê petrolê vediguhêzin.

Bikaranîna "Korîdora Bakur"

Hat dîtin ku her sê keştiyên qerase di dema derbasbûnê de pêbendî rêya "Korîdora Bakur" bûn ku birêvebiriya Tehranê wekî merc danîbû.

Ev rê, berovajî xetên asayî yên navneteweyî yên li Tengava Hurmizê, li seranserî beravên giravên Keşm û Larakê yên di nav ava Îranê de ye.

Meha borî tenê Îran welatê yekem bû ku dikaribû rojane bi qasî 1,7 milyon bermîlî di Tengava Hurmizê re petrolê hinarde bike.

Lê belê amarên dawî nîşan didin ku bazirganiya deryayî ya li herêmê hêdî hêdî zindî dibe.

Marine Trafficê ragihand ku 8 û 9ê Nîsanê bi giştî 14 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

Ev rewş wekî nîşaneya wê yekê tê nirxandin ku di bin siya hevdîtinên dîplomatîk de xetên veguhastina enerjiyê careke din dibin ewle.