Rêkeftina parastinê ya Erebistana Siûdî û Pakistanê: Hêzên asmanî gihîştin Riyadê

Duh li 05:16
RÛDAW
Nîşan Pakistan Erebistana Siûdî Riyad Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî û Pakistanê rêkeftineke parastinê ya dîrokî mohr kir ku tê de hatiye diyarkirin:

"Her êrişa li ser yekî ji wan, wekî êrişa li ser yê din tê hesibandin."

Ev gav wekî peyameke "rêlibergirtinê" ji bo wan aliyan tê dîtin ku xetên sor derbas dikin û destdirêjiyê dikin ser ewlehiya herêmê.

Îsraîlê êrişî serkirdeyên Hemasê yên li Qeterê kir ku Qeter yek ji hevalbendên sereke yên Amerîkayê ye.

Tenê hefteyek piştî wê êrişê, Erebistana Siûdî wekî hevalbendeke din a Washingtonê, rûyê xwe zivirand Rojhilat û rêkeftineke "parastinê ya hevbeş" li gel Pakistanê mohr kir ku Pakistan yekane dewleta Misilman e ku xwedî çekên atomî ye.

Rêkeftineke bêwêne ya li derveyî sîwana Amerîkayê

17ê Îlona 2025an, Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, rêkeftinnameya parastina stratejîk a hevbeş mohr kir.

 Wê demê her du welatan ragihand ku ev gav ji bo bipêşxistina hevkariyên parastinê û xurtkirina rêlibergirtina hevbeş a li hemberî her êrişê ye.

Ev yekemîn rêkeftina bi vî rengî ya Erebistana Siûdî ku li gel hêzeke ne-Ewropî û ne-Rojavayî û li derveyî sîwana ewlehiyê ya Amerîkayê hatiye kirin.

Giringiya wê di wê de ye ku hêzeke mezin a aborî û petrolê (Siûdî) bi hêzeke atomî (Pakistan) ve girê dide. Ev yek hevsengiyên li Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê diguherîne.

Li gorî rêkeftinê, her du welat pêbendî van xalan dibin:

  • Parastina hevbeş di dema her êrişa derve de.
  • Hevahengiya îstixbaratî û rahênanên leşkerî yên hevbeş.
  • Dabînkirina hêsankariyên lojîstîk ji bo hev.
  • Sîwana atomî û xetên sor

Niha nêzîkî 2,000 leşkerên Pakistanî ji bo rahênanê li Erebistana Siûdî ne lê rêkeftin xwedî rehendên din e:

• Rêlibergirtina klasîk: Hevahengiya di operasyonên bejahî, deryayî û asmanî û parastina mûşekî de.
• Rêlibergirtina neklasîk: Her çend bi awayekî fermî nehatibe ragihandin jî, ev rêkeftin zemînê xweş dike ku Erebistana Siûdî bikeve bin "sîwana atomî ya Pakistanê."
• Ewlehiya sîberê: Rûbirûbûna gefên elektronîk ên li ser binesaziya her du welatan.

Peyamek ji bo Washington û Îsraîlê

Mohrkirina vê rêkeftinê tenê hefteyek piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Dohayê, dilgiraniyên Siûdiyê yên derbarê lawaziya garantiyên ewlehiyê yên Amerîkayê nîşan da.

Dîplomatê berê yê Amerîkayê James Jeffrey got, "Ew peyamekê ji Washingtonê re dişînin ku dibêje, Em dilgiran in û hûn pabendî erkên xwe nabin.’"

Pêwendiyên leşkerî yên Siûdî û Pakistanê vedigerin salên şêstî yên sedsala borî.

Pakistanê rahênan bi hezaran leşkerên Siûdî kiriye û di dema Şerê Yekem ê Kendavê yê sala 1991ê de, hêzên Pakistanê beşdarî parastina sînorên Siûdiyê bûbûn.

Gihîştina hêzên asmanî yên Pakistanê bo Riyadê

Doh Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî gihîştina hêzeke leşkerî ya Pakistanî bo binkeya asmanî ya Melik Ebdulezîz a li rojhilatê welêt ragihand.

Ev yek wekî pêkanîna rêkeftinnameya parastina stratejîk a hevbeş hat dîtin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ew hêza Pakistanî ji balafirên şer û balafirên piştgiriyê pêk tê.

Armanc jê "xurtkirina hevahengiya leşkerî ya hevbeş, bilindkirina asta amadehiyê û piştgirîkirina ewlehî û aramiya li ser asta herêmê û cîhanê ye."

Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid bin Selman di vê derbarê de got, "Erebistana Siûdî û Pakistan her tim û heta ebedê di yek sengerî de ne ji bo rûbirûbûna destdirêjkeran."

Ew hêza asmanî ya Pakistanê 2 balafirên sotemeniyê yên cureyê IL-78 û 4 balafirên veguhastina leşkerî yên cureyê C-130 li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst