Supaya Pasdaran: Tengava Hurmuzê di bin kontrola me de ye

Duh li 07:22
RÛDAW
Nîşan Supaya Pasdaran a Îranê Amerîka Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê dîmenên çavdêriya dronî ya Tengava Hurmuzê belav kir û ragihand ku hemû çûn û hatin di bin kontrola wan de ne.

Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku ew bi dronan çavdêriya hûrgilî ya rewşa rasteqîn a Tengava Hurmuzê dikin.

Supaya Pasdaran tekez kir ku "hemû çûn û hatin û liv û tevger di bin kontrola temam a hêzên çekdar de ne."

Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran hişyariyeke tund da hêzên biyanî û got,"Her cure liv û tevgera xelet, dê dijmin di nav tengavê de rûbirûyî bahozeke kujer bike."

Ev geşedan piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dan û standinên li gel Îranê yên li Pakistanê bi ser neketine. 

Trump gef xwar ku ew dê gefên xwe yên pêşerojê pêk bîne ku ew jî "jinavbirina şaristaniya Îranê" bû.

Îran li hemberî vê yekê tekez dike ku ew rê nade ti keştiya leşkerî di tengavê re derbas bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst