Supaya Pasdaran: Tengava Hurmuzê di bin kontrola me de ye
Hewlêr (Rûdaw) - Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê dîmenên çavdêriya dronî ya Tengava Hurmuzê belav kir û ragihand ku hemû çûn û hatin di bin kontrola wan de ne.
Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku ew bi dronan çavdêriya hûrgilî ya rewşa rasteqîn a Tengava Hurmuzê dikin.
Supaya Pasdaran tekez kir ku "hemû çûn û hatin û liv û tevger di bin kontrola temam a hêzên çekdar de ne."
Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran hişyariyeke tund da hêzên biyanî û got,"Her cure liv û tevgera xelet, dê dijmin di nav tengavê de rûbirûyî bahozeke kujer bike."
Ev geşedan piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dan û standinên li gel Îranê yên li Pakistanê bi ser neketine.
Trump gef xwar ku ew dê gefên xwe yên pêşerojê pêk bîne ku ew jî "jinavbirina şaristaniya Îranê" bû.
Îran li hemberî vê yekê tekez dike ku ew rê nade ti keştiya leşkerî di tengavê re derbas bibe.