Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi eşkereyî Kurdan sûcdar dike ku di serhildana li dijî Komara Îslamî ya Îranê de alîkarî nekiriye.
Lê belê rojnameyeke Îsraîlî ragihand ku Donald Trump bi xwe ew plan red kiriye û veto li ser daniye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li Koşka Spî êrişî Kurdan kir.
Wî Kurd bi wê yekê tohmetbar kirin ku nekarîne li nav Îranê serî hildin.
Li gorî rapora rojnameya "Jerusalem Post"ê ya Îsraîlê, ev daxuyaniyên Trump tenê ji bo dûrxistina sûcdarkirinan a ji ser xwe ye.
Ev yek jî girêdayî mana rejîma Îranê ya li ser desthilatê ye.
Plana Mossadê û zexta Tirkiyeyê
Li gorî zanyariyên raporê, Dezgeha Îstîxbaratê ya Îsraîlê (Mossad) pêşniyazek kiribû.
Li gorî pêşniyazê, piştî êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê, dê piştgirî ji bo serhildaneke gel a bi pêşengiya Kurdan bihata dayîn da ku rejîma Tehranê were rûxandin.
Lê belê Tirkiyeyê zexteke tund li Trump kiriye da ku wê vebijêrkê red bike.
Sedem jî ew bûye ku Enqereyê nexwestiye pêgeha Kurdan a li herêmê xurt bibe.
Pentagon jî li dijî planê bû
Her wiha rapor amaje bi wê yekê dike ku berpirsên pilebilind ên Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) jî ji destpêkê ve li dijî plana serhildana Kurdan bûn.
Ev yek jî bûye sedem da ku Trump biryara redkirina planê bide.
Trump diyar kiribû ku wan çek ji Kurdan re şandine da ku bide Îraniyan.
Lê piştre, beravajî wê biryara ku wî bi xwe ji bo rêgirtina li serhildanê dabû, got ku Kurdan nekarîne li dijî Tehranê serî hildin.
Li gorî Jerusalem Postê, ev daxuyaniyên nakok ên Serokê Amerîkayê nîşaneya wê yekê ne ku ew dixwaze berpirsyariya şer bixe stûyê aliyên din.
Divê were gotin ku Washington ji bo diyarkirina paşeroja şerê li gel Îranê, di bin zexteke zêde ya navxweyî û herêmî de ye.
#VÎDEO - Rapor: Donald Trump rê li ber serhildana Kurdan girt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 12, 2026
🛑 Trump jî Kurdan tohmetbar dike#Trump #IranWar #Kurd pic.twitter.com/4AFWtvUuWQ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse