WSJ: Îmaratê rasterast êrişî Îranê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeyeke Wall Street Journalê, Îmaratê di dîrokê de cara yekem rasterast êrişî Îranê kir.
Li gorî nûçeyê, hêzên asmanî yên Îmaratê parzûngeheke petrolê ya li Girava Lavanê ya li Kendavê kiriye hedef.
Hat diyarkirin ku êriş destpêka meha Nîsanê di dema hewldanên agirbestê de pêk hatiye û bûye sedema şewateke mezin.
Hat eşkerekirin ku ew parzûngeh bi mehan ji kar ketiye.
"Mafê me yê bersivdanê heye"
Her çend Îmaratê bi fermî ev êriş piştrast nekiribe jî Wezareta Karên Derve ya wî welatî berê gotibû, "Mafê me heye em bersiva her cure kiryarên dijminane bidin."
Êrişên Îranê
Li gorî raporan, Îranê di dema şer de zêdetirî 2 hezar û 800 mûşek û dron avêtin Îmaratê.
Hat ragihandin ku van êrişan zerereke mezin gihandiye sektorên geştyarî, û milk û malan û bi hezaran kes bê kar hiştine.
Alozî zêde dibin
Welatên Kendavê di wê baweriyê de ne ku Îran bûye aktorekî têkder.
Ji aliyê din ve Îmarat dibêje ku modela wê ya aborî ya li ser bingeha ewlehî û hilberînê hatiye armancgirtin.
Dê hevsengî biguherin
Li gorî pisporan ev êriş nîşan dide ku welatên Kendavê cara yekem dikevin nav şerekî leşkerî yê rasterast û dibe ku ev yek hevsengiyên li herêmê biguhere.
Her wiha hat ragihandin ku Îmaratê hevkariya xwe ya leşkerî ya bi Amerîkayê re zêde kiriye û cezayên darayî yên li dijî Îranê berfirehtir kirine.
Washingtonê li ser êrişê ti daxuyaniyên rasterast nedane lê diyar kir ku zextên li ser Îranê hatine zêdekirin.