Parlamentoya Îsraîlê yasaya ku rê li ber îdamkirina Filistîniyan vedike qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îsraîlê ji bo darizandina wan Filistîniyên ku tê îdiakirin beşdarî “Operasyona Tofana Eqsayê” bûne yasayek qebûl kir.
Hemasê ev operasyon 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan pêk anîbû.
Li Îsraîlê bi pejirandina "Pêşniyaryasaya Têkildarî Darizandina Kesên Beşdarî Bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn Bûne" dadgeheke leşkerî ya taybet tê avakirin.
Her wiha bi vê yasayê rê li ber dayîna cezayê bidarvekirinê yê ji bo Filistîniyan tê vekirin.
Bi yasaya ku ji aliyê Parlamentoya Îsraîlê ve hat qebûlkirin dê dadgeheke leşkerî bê avakirin û endamên wê bi taybetî bên diyarkirin.
Hat biryardayîn ku nêzîkî 300 Filistînî di vê dadgehê de bên darizandin.
Ev Filistînî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Îsraîlê hatibûn girtin û niha di şert û mercên giran de tên ragirtin.
Parlamentoya Îsraîlê ya ku ji 120 kursiyan pêk tê, bi 93 dengên "erê" ev yasaya nû pejirand.
Beriya niha meha adarê jî di bin siya êrişên li dijî Îranê de pêşniyaryasayeke nîqaşbar a derbarê bidarvekirina dîlên Filistînî de hatibû qebûlkirin.
Ev yasaya nû rastî gelek rexneyan tê.
Yasaya nû dê rê li ber îdamkirina Filistîniyan veke
Tê plankirin ku di çarçoveya vê yasayê de dadgeheke leşkerî ya taybet bê avakirin.
Ev dadgeh dê bikaribe bi tohmeta "qirkirinê" cezayê bidarvekirinê bide wan Filistîniyên ku tê îdiakirin beşdarî operasyonê bûne.
Her çend di ser operasyonê re nêzîkî 3 sal derbas bûbin jî ev ceza dê bikaribe bê dayîn.
Rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Postê li ser mijarê nûçeyek belav kir.
Li gorî nûçeyê, her çend Parlamentoya Îsraîlê meha adarê yasayeke ji bo bidarvekirina Filistîniyan qebûl kiribe jî, ew yasa ji bo demên berê nedihate bicihanîn.
Ji ber vê yekê, ji bo ku bikaribin Filistîniyên beşdarî "Operasyona Tofana Eqsayê" bûne îdam bikin, Îsraîlê ev pêşniyaryasaya nû amade kiriye.
Li gorî yasayê, dadgeha leşkerî dê derbarê Filistîniyan de îdianameyekê amade bike.
Filistînî bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku di navbera 7 û 10ê Çiriya Pêşîn de beşdarî bûyerên wekî "êrişkirin" û "dîlgirtina Îsraîliyan û birina wan a Xezeyê" bûne.
Dadgeh dê Filistîniyan bi çend tawanên cuda bidarizîne.
Di nav van tawanan de li gorî "Yasaya Rêlibergirtina Qirkirinê" ya sala 1950yî tawanên wekî "qirkirin, zerergihandina serweriya Îsraîlê, sedembûna şer û alîkariya bi dijmin re di dema şer de" hene.
Her wiha dê li gorî "Yasaya Rêlibergirtina Terorê" ya sala 2016an bi tawana "terorê" werin darizandin.
Dadgeh dê bikaribe wan Filistîniyên ku bi qirkirinê tên tohmetbarkirin bi cezayê bidarvekirinê ceza bike.
Her wiha xaleke din a balkêş di yasayê de heye. Li gorî vê xalê, ew Filistîniyên ku bi îdiaya beşdarbûna 7ê Çiriya Pêşîn "gumanbar, bersûc yan mehkûm" in, di çarçoveya peymaneke bihevguhertina dîlan de qet nayên berdan.
Dê rûniştin zindî bên weşandin
Li gorî "Yasaya Têkildarî Darizandina Kesên Beşdarî Bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn Bûne", dê darizandinên Filistîniyan ji raya giştî re vekirî bin.
Her wiha dê ev rûniştin di malpereke taybet de bi awayekî zindî bên weşandin.
Di yasayê de tê diyarkirin ku ev xal dê biryarên qedexeya weşanê betal neke.
Ji bo ku rûniştinên temyîzê li ser malperê bên weşandin an na, dadgeha temyîzê dê biryarê bide.
Di yasayê de ev îfade jî cih digirin:
“Rûniştinên dadgeha leşkerî dê bi deng û dîmen bên tomarkirin.
Dê ev tomar bên parastin û piştî ku pêvajoya darizandinê bi dawî bû radestî arşîvên dewletê werin kirin.
Ji bo vekolîna dozan, dê biryarên di Qanûna Dadgehan de bi çend guhertinên pêwîst bên cîbicîkirin.”