Nêçîrvan Barzanî û Cihnişînê Ebu Dabî peywendiyên dualî gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cînişînê Ebu Dabî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan hevdîtin pêk anîn û di wê hevdîtinê de peywendiyên dualî ligel çend mijarên din ên girîng hatin gotûbêjkirin.
Cînişînê Ebu Dabî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan îro Şemiyê 12ê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Ofîsa Serokatiya Ragihandina ya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Birêz Şêx Mihemed Bin Zayd El Niheyan Cînişînê Ebu Dabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat, di civînek de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, berdewamiya piştgîriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê û xwesta pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên hevbeşî û alîkariya li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.”
Li gor daxuyaniyê , her du aliyan peywendiyên Îmarat li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, gef û metirsiyên terorê û serhildana DAIŞê, pêşhatên dawî yên pandemiyê, rewşa navçeyê bi giştî, girîngiya alîkarî û hemahengiya hemû aliyane ya ji bo parastina aramiya li navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeşbûn nirxandin.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Îmaratê kir ji bo hilbijartin û bi endambûna li Encumena Asayîşa Navdewletî ya ji bo dema 2022 – 2023 ku belgeya baweriya cîhane bi siyaset û pêgeh û rola girînga Îmaratê, herwiha asta bilind a dîplomasî û peywendiyan û bandora Îmarat li rûyê alîkarî û pêşxistinên li ser asta navdewletî nîşan dide.
Li gor daxuyaniyê Barzanî herwiha spasî Îmaratê kir ji bo alîkariya mirovî yên wê, bi taybetî jî piştî alîkariyên bi navê destpêşxeriya xanima Şêxe Fatîme Bint Mubarek ku têde hezaran derziya vaksîna dijî coronayê pêşkêşî koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kir. Barzanî di heman demê de spas li rola Heyva Sora Îmaratî û Konsolê Giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi bingeheke baş a ji bo weberhênanê ye, amade ye hemû hêsankariyek pêşkêşî weberhênan û sermayeguzariya Îmaratî li hemû kert û waran de bike û pêşwaziyê li kompanyayên Îmaratî û kar û projeyên wan dike.
Di derbarê rewşa navçeyê de jî her du alî hevrê bûn ku hevbeşa alîkariya welatên navçeyê ji bo parastina aramiyê û nehiştina metirsiyên terorê û tundrewî û pêşxistina warên hemû kertan de ku pêwîst e, ji bo wê mebestê jî amadehî û rola Iraq û Herêma Kurdistan û Îmaratê li gel welatên navçeyê nîşan dan.