Wezîrê Darayî û Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê serdana Siûdiyê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek û Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê Hafîze Gaye Erkan îro serdana Erebistana Siûdiyê dikin.
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek û Seroka Banka Navendî ya Tirkiyê Hafîze Gaye Erkan îro Çarşemê 12ê Temûza 2023an serdana Siûdiyê dikin.
Li gor zanyariyan Şîmşek û Erkan dê di çarçoveya vê serdanê de ligel beşek ji veberhênerên Siudiyê bicivin. Hat ragihandin ku Mehmet Şîmşek piştî civîna dûalî ya ligel Wezîrê Darayî yê Siûdiyê Muhammed el-Cedan û temambûna civînên din ên li Siudiyê dê roja Pênceşemê 13ê Temûza 2023an vegere Tirkiyê.
Wezîrê nû yê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ji bo zêdekirina yedekên banka navendî ya Tirkiyê û sererastkirina rewşa aborî ya Tirkiyê demek e serdana welatên derve dike.
Şîmşek roja Sêşemê 11ê Temûza 2023an li ser hesaba xwe yê medya civakî got: “ Yedekên Banka Navendî ku di 26ê Gulanê de 98.5 milyar bûn di 30ê Hezîranê de gihiştine 108.6 milyar dolar.”
Şîmeşek 29ê Hezîrana 2023an ligel Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz serdana Îmaratê jî kiribûn û piştî serdanê ragihandibû ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dê piştî Lûtkeya NATOyê ya li Lîtwanyayê serdana Îmaratê bike.