Îraq û Sûriye ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Rebîayê gotûbêjan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê ragihand ku ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Rebîayê yê di navbera Nînowayê û bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê de bi Sûriyeyê re dest bi gotûbêjan hatiye kirine.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê Mihemed Kakeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Rebîayê yê li ser sînorê di navbera Nînowa û bajarê Hisîçayê de dan û standin di asta saziyên îsrixbaratî yên Îraq û Sûriyeyê de dest pê kiriye."

Deriyê Sînorî yê Rebîayê ji sala 2014an ve ji ber şerê DAIŞê girtî ye û dikeve ser sînorê nahiyeya Rebîayê û 120 kîlometreyan ji navenda bajarê Mûsilê dûr e.

Mihemed Kakeyî her wiha anî ziman:

“Tiştê ku bi aliyê Îraqê ve girêdayî ye, amadehiyên wê hatine kirin.

Aliyê deriyê sînorî yê Nînowayê amade ye û ji bo vebûnê erêkirina aliyê Sûriyeyê maye.”

Kakeyî di wê baweriyê de ye ku vekirina derî dê bandorê li dan û standina bazirganî bike.

Rêya di navbera Herêma Kesk a li Nînowayê û Rebîayê de ku 16 kîlometre ye roja 7ê Îlonê hatibû vekirin û ev yek beşek ji pêvajoya amadekirina Deriyê Sînorî yê Rebîayê ye.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê ragihand:

"Li aliyê Hisîçayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serdest in lê hêzên wan ne nêzîkî derî ne."