Hemasê çawa amadehiya êrişa li Îsraîlê kir: Berpirsekî wan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê pilebilind ê Hemasê behsa amadehiya êrişa bi navê “Tofana Eqsayê” ya li Îsraîlê kir û diyar kir ku ew du sal in bi dizî xwe amade dikin.

Berpirsê pilebilind ê Hemasê Elî Baraka li ser êrişa li Îsraîlê got:

“Nîv saetekê piştî destpêkirinê, wekî Hizbulah û hevpeymanên me yên li Îranê, bi hemû aliyên berxwedanê yên Filistînê re pêwendî hat danîn.

Rûsan peyam şand, rewş pirsîn û ew li ser armancên şer hatin agahdarkirin.”

Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Îzedîn Qesam roja şemiyê ji nişka ve li Îsraîlê dest bi êrişekê kir.

Êrişa ji nişka ve ya Hemasê bi navê “Tofana Eqsayê” ye.

Çekdarên Hemasê dîwarê ku Xezeyê ji Îsraîlê vediqetîne hilweşand û ji esman jî bi paraşûtan derbasî aliyê din bûn.

2 sal amadekarî hat kirin

Berpirsê pilebilind ê Hemasê Elî Baraka li ser êrişa li Îsraîlê ji televîzyona Memrî Reportê re axivî û destnîşan kir ku wan du salan bi dizî amadekariya operasyonê kiriye.

Rûs û Tirk hatin agahdarkirin

Elî Baraka herwiha anî ziman:

“Hevpeyman û frakdiyonên nêzîk jî ji planê agahdar nebûn û hejmareke kêm a kesên di serkirdayetiyê de ji planê agahdar bûn.

Nîv saetekê piştî destpêkirina Tofana Eqsayê, wekî Hizbulah û hevpeymanên me yên li Îranê, bi hemû aliyên berxwedanê yên Filistînê re pêwendî hat danîn.

Tirk jî hatin agahdarkirin û piştî 3 saetan 09:00an bi wan re hevdîtinek hat kirin. Me her kesê ku bi me re têkilî danî agahdar kir.

Heta Rûsan jî peyam şand, rewş pirsîn û ew li ser armancên şer hatin agahdarkirin. Rûsya ji tevlîbûna Amerîkayê ya di vî şerî de sûdê werdigire.

Ji ber ku rewşa heyî zextên Amerîkayê yên ku li derbarê şerê Ukraynayê de ye sivik dike.

Hemas ji Rûsyayê xwedî lîsansa hilberîna guleyên Keleşnîkovan e.”

Baraka di axaftina xwe de behsa guhertina dîlan û şert û mercên wê jî kir.

Li gorî Independent Turkishê Baraka anî ziman:

“Peymana guhertinê divê girtiyên Hemasê yên li Ewropa û Amerîkayê jî li xwe bigire. Girtî li cihên ewle tên ragirtin.”