Lîderê îslamî yê Bengladêşî Ebdulqadir Molla hat îdamkirin

12-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku biryara îdama Cîgirê Sekreterê Cemaeta Îslamî ya Bengladêşê Ebdulqadir Molla, bi hêceta ku destê wî di kuştina gellek kesên sivîl de hebûye, ji aliyê Dadgeha Bilind a wî welatî ve hat erêkirin, Molla hat bidarvekirin.

Li gorî nûçeya BBC, cîgirê sekreterê Cemaet îslamî ya Bengladêşê Ebdulqadir îşev (12.12.2013) hat bidarvekirin.

Ebdulqadir Molla di şerê serxwebûna Bengladêşê de ku sala 1971ê de qewimî û tê de nêzîkî 3 milyon kes mirin, digel çend serkirdeyên din ên îslamî fermana kuştina bi sedan kesên sivîl û bêguneh dabûn.

Ji aliyekî din, li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, îro (12.12.2013) Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bi telefonê digel Serokwezîrê Bengladêşê axifîbû û jê xwestibû cezayê îdamê yê Ebdulqadir Molla neyê cîbicîkirin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Cemaeta Îslamî ya Bengiladişê, Ebdilqqdir Molla, di sala 2010an de bi hiceta hevkariya digel Pakistanê li dijî Bengladêşê hatibû girtin, û di meha Sibata 2013an de bi tohmeta encamadana tawanên dijî mirovatiyê hatibû bi zîndana heta hetayî hatibû mehkûmkirin lê piştî nerazîbûnên li dijî vê biryarê, dadgehê Molla bi îdamê mehkûm kiribû.

Hat gotin, diviya Mollah duh (11.12.2013) hatiba îdamkirin lê saetekê beriya cîbicîkirina cezayê wî, ev yek hatibû paşxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst