FLAŞ - ‘Ebû Omer Holandî’ hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyekî pilebilindê DAIŞê ku bi esil xelkê Holandayê ye û du postên giring di nava DAIŞê de hebû, li bajarê Mûsilê hat kuştin.
Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memozînî di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro înê 13ê Çileya 2017ê, berpirsekî holandî yê rêxistina DAIŞê hat kuştin.”
Seîd Memozînî got: “Îro înê li Taxa Muhendisîn a bajarê Mûsilê, di şer û pevçûnan de Berpirsê Hêza Înxîmasî (hêza ku heta mirinê şer dike) ya DAIŞê, Ebû Omer Holandî hatiye kuştin.”
Memozînî da xuyakirin: “Navê wî berpirsê holandî yê DAIŞê, Ties Bill Monte bûye û temenê wî jî 41 sal bûye.”
Bi gotina wî berpirsê PDKê, ‘Ebû Omer Holandî’, berpirsê hemû çekdarên biyanî yên nav rêxistina DAIŞê bûye, hevdem dostekî nêzîk ê Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî bûye.
Hêza Înxîmasî ew hêz e ku çekdarên wê ji bilî ku çek bi wan re ne û li dijî dijmin şer dikin, lê kmeber an jî êlekên bombekirî jî bi xwe ve girê didin û di demên pêwîst de dibin xwekuj û xwe diteqînin.
Li gorî pêgehên DAIŞê, çekdarên Hêza Înxîmasî ya wê rêxistinê, bi çeka xwe heta dawiyê şer dike, lê eger hat dorpêçkirin û gulle û cebilxane pê re nema, xwe bi hêzên dijmin ve diteqîne, wate bi ti awayî teslîm nabe.
Kuştina wî berpirsê mezin ê DAIŞê di demekê de ye, ku operasyona kontrolkirina Mûsilê didome.
Operasyona Mûsilê 88 roj e ku dest pê bûye û niha jî şerekî giran li navenda bajarê Mûsilê heye.
Di çarçoveya operasyona girtina Mûsilê de, îro înê 13ê Çileya 2017ê hêzên Iraqê baregehên parêzgariyê û Encumena Parêzgeha Mûsilê, Taxa Sedriye, pira duyem a Mûsilê, derwazeya Zanîngeha Mûsilê û çend cihên din kontrol kirin.
Li gorî berpirsên serbazî yên Artêşa Iraqê, heta niha 60 taxên bajarê Mûsilê yên li aliyê rojhilatê vî bajarî ji destê DAIŞê hatine derxistin.