‘Rawêjkarê MÎTê û Serokê Îstîxbarata Sûriyê civiyan’

Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdia kirin ku Rawêjkarê MÎTa Tirkiyê Hakan Fidan û Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memlûk civiyan.

Li gor nûçeya ajansa Sûrî SANAyê Rawêjkarê MÎTa Tirkiyê Hakan Fidan û Serokê Îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memlûk civiyan û geşadenên li herêmê û Sûriyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine.

Çavkaniyên ji hevdîtinê agahdar dibêjin hevdîtın li Moskowê çêbûyê, lê hûrgiliyên mijarên hevdîtinê hêj nayên zanîn.

Di nûçeyê de tê gotin: “Di hevdîtina bi beşdariya nûnerên Sûriye, Rûsya û Tirkiyê hatî kirin de aliyê Sûriyê daxwaz kiriye ku rêz li serweriya wê were girtin û divê hêzên biyanî dimeldest ji nav axê vê vekişe.”

Pêştir Lêkoler û Rojnamevanê Sûrî Nizar Nayouf, ew îdîa belav kiribû ku “Hakan Fîdan ê Serokê Îstixbarata Giştî ya Tirkiyê ji nişka ve çûye Binkeyê Himêmîm û ligel Serokê Îstîxbarata Sûriyê Elî Memlûk civiya.”

Rojnamevan Nizar Nayouf derbarê naveroka serdanê de tu agahiyên zêdetir belav nekiribû û ji aliyê Tirkiye û Sûriyê ve jî ti daxuyaniyên fermi nehatibûn dayîn ku wê serdanê piştrast an jî red bikin.