KCK: Armanc tunekirina Rêveberiya Xweser e
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKyê derbarî êrişên li taxên Kurdan ên Helebê got, “Armanc tunekirina Rêveberiya Xweser e.”
Artêşa Ereban a Sûriyeyê 6ê vê mehê, êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kir ku Kurd lê dijîn.
Ji ber êrişê bi dehan kesan canê xwe ji dest da û birîndar bûn, bi hezaran kes jî koçber bûn.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKyê, têkildarî êrişên li taxên Kurdan ên li Helebê û polîtîkayên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.
KCKyê diyar kir ku ev êriş hewldana têkbirina agirbestê ne û armanca wan ji holê rakirina Rêveberiya Xweser e.
KCKyê destnîşan kir ku divê ji helwest û polîtîkayên ku pêvajoyê sabote dikin dûr bisekinin û got, "Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, berpirsyariyên ku dikeve ser milên me, me bêdudilî û bi wêrekî bi cih anîn."
“Armanc tunekirina Rêveberiya Xweser e”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca êrişên li taxên Kurdan ên li Helebê, ew e ku ew der bêyî Kurd bimîminin û wiha hat gotin:
"Yên ku di encama peymana 1ê Nîsana 2025an a navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de li taxan wezîfeya asayîşê dikirin, bi van êrişan hatin qetilkirin.
Hatiye armanckirin ku meclisên gel ên birêvebiriya demokratîk ji holê bên rakirin.
Ev êriş armanc dikin ku li ser bingehê dijminatiya Kurdan li hemû Sûriyeyê sîstema Rêveberiya Xweser tasfiye bikin."
"Tirkiye rasterast di nav şer de ye"
KCKyê got ku dewleta Tirkiyeyê ji destpêkê ve di nav van êrişan de cih girtiye û wiha pê de çû:
"Fermandariya HSDyê ragihand ku dron û tankên dewleta Tirkiyeyê di nava vî şerî de bûn. Her wiha anîn ziman ku hinek efserên Tirk di birêvebiriya vî şerî de cih girtine.
Polîtîkaya dewleta Tirk bi temamî li ser dijberiya HSDyê û dijminatiya li Kurdan e."
Metirsiya li ser agirbestê
KCKyê bal kişand ser "agirbesta" ku ji 1ê Adara 2025an ve heye û got:
"Di rewşeke wiha de ku PKKyê xwe fesix kiriye û ji 1ê Adara 2025an ve rewşeke agirbestê heye, ev êrişên bi bilêvkirina navê PKKyê yên li dijî taxên Kurdan, hewldanek e ji bo têkbirina agirbestê.
Gelo bi vê nêzîkatiyê bidawîkirina têkoşîna çekdarî û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku xwe dispêre agirbestê dê çawa bê dewamkirin?"
"Pêvajo tê sabotekirin"
KCKyê diyar kir ku êriş di demekê de pêk hatin ku dan û standin di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê de berdewam bûn û got:
"Rêber Apo ji bo ku şer rû nedin û li ser esasê çareseriyê gav bên avêtin banga pêkanîna peymana 10ê Adarê kiribû.
Di demeke ku hewldan û gavên bi vî rengî dihatin avêtin de pêkhatina vê êrişê, nîşan dide ku çareserî li Sûriyeyê nayê xwestin."
Bang li hikûmetê
KCKyê her wiha bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir û got:
“Em bang li desthilatdariya AK Partî û MHPyê û rayedarên dewletê dikin, ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk gavên pêwîst bavêjin.
Rayedarên dewletê û hêzên siyasî yên berpirsyar divê xwe ji kiryar û gavên ku pêvajoyê sabote dikin vegirin."