Balyozê Ukraynayê: Me dron nedane HTŞ û Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Ukraynayê yê Îraqê Ivan Dovhanich red dike ku welatê wî ti cure dron dabe komên çekdar ên Sûriyeyê yan hikûmeta Şamê.

Ivan Dovhanich got, "Me hemû şiyana xwe ya leşkerî ji bo parastina axa xwe terxan kiriye û şiyana me ya hinartinê tune."

Balyozê Ukraynayê yê bi rêya e-maîlê bersiva wan gotegotan da ku behsa wê yekê dikin Kîevê ji bo lêdana berjewendiyên Rûsyayê dron dane Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ).

10ê vê mehê, êrişeke bi dronan li ser avahiya parêzgeha Helebê hat kirin.

Li ser medyaya civakî hatibû îdiakirin ku ew dron Ukraynî bûye û berê ji bo rûbirûbûna hêzên Rûsyayê, dane HTŞyê ku niha piraniya saziyên hikûmeta Şamê di destê wan de ne.

Ivan Dovhanich derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku ew gotegot bêbingeh in û got:

"Her çend Ukrayna cureyên cuda yên dronan hildiberîne jî lê niha welatê me tenê bala xwe daye ser parastina axa xwe ya li dijî êrişên Rûsyayê.

Di bin van mercan de, ne şiyana me heye û ne jî daxwaza me ya hinartina wan heye."

Balyozê Ukraynayê Rûsyayê wekî çavkaniya belavkirina van nûçeyan dibîne û got,"Cihê balê ye ku tenê beriya çar salan Moskowê digot Ukrayna tuneye lê niha Rûs li her derê xeyala Ukraynayê dikin, heta li Sûriyeyê jî."

Ivan Dovhanich derbarê gotegotên dayîna dronan a bi HTŞyê re jî bi awayekî zelal got:

"Ukraynayê ti çek û kel û pelên leşkerî nedane, nade û ti planeke wê jî nîne ku bide Heyeta Tehrîr El Şamê yan her rêxistineke bi vî rengî."

“Pêwendiya me bi HSDyê re nîne”

Ev redkirina Balyozê Ukraynayê di demekê de ye ku li gorî rojnameya Washington Postê ya Amerîkayê, sala 2024an û mehek beriya rûxîna Beşar Esed, Ukraynayê herî kêm 150 dron dane HTŞyê.

Ivan Dovhanich derbarê pêwendiyên Kîevê yên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re jî amaje pê kir ku welatê wî tenê pêwendiyên dîplomatîk ên fermî bi dewleta Sûriyeyê re wekî qewareyeke naskirî ya navneteweyî hene.

Balyozê Ukraynayê got,"Ukrayna di nav nakokiyên Sûriyeyê de diyaloga rasterast yan pêwendiya fermî bi komên nedewletî û pêkhateyên çekdar re nîne" û tekez kir ku welatê wî piştgiriya yekparçeyiya axa Sûriyeyê dike.