Parlamenterê Îsraîlî: Ez hêvî dikim Kurd di avakirina dewleta xwe de bi ser bikevin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî Keneseta Îsraîlê ragihand ku Kurd li Sûriyeyê û bi taybetî li Helebê rûbirûyî "êrişên hovane" bûne û got, "Em wekî Îsraîl pabendî parastina mafên Kurdan in."

Parlamenterê Îsraîlî Akram Hasson di civîna parlamentoya welatê xwe (Keneset) de gotarek pêşkêş kir.

Hasson diyar kir ku ji ber êş û azarên gelê Kurd ên li Sûriyeyê wî xwestiye behsa vî "miletê qedîm" bike ku wekî koma herî mezin a neteweyî ya bêdewlet a cîhanê tê dîtin.

Hasson amaje bi hişyariyên xwe yên berê da û got, "Min beriya sê mehan li ser dika Kenesetê ragihandibû; piştî tiştên ku hatin serê Elewî, Êzidî û Durziyan li Sûriyeyê, dor dê were ser Kurdan jî. Mixabin ev pêşbîniya min sê roj berê pêk hat."

"Li Helebê serjêkirin û kuştinên hovane hene"

Parlamenterê Îsraîlî derbarê rewşa Helebê de daxuyand, "Êrişeke hovane li taxên wan ên li Helebê hat kirin.

Li wir rûbirûyî serjêkirin, destdirêjiya zayendî û kuştina hovane bûn ku zarok jî di nav de hene."

Ev daxuyaniyên wî piştî wê yekê tên ku 6ê vê mehê, hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi 42 hezar çekdar û piştgiriya tank û dronan êrişî taxên Kurdan ên Helebê kir.

Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û zêdetirî 155 hezar welatî koçber bûn.

"Kurdan piştgirî da Îsraîlê"

Akram Hasson sedema piştgiriya Îsraîlê ya ji bo Kurdan ji bo helwesta Kurdan a piştî rûdanên 7ê Çiriya Pêşîn vegerand û got:

"Vî miletî 7ê Çiriya Pêşîn li kêleka me cih girt û piştgiriyeke mayînde û erênî pêşkêşî dewleta Îsraîlê kir."

Li gorî Hasson, Kurd baweriyê bi Îsraîlê tînin û wê wekî hêzeke mezin dibînin ku dikare kêmîneyên li herêma Rojhilata Navîn biparêze.

Parlamenterê Îsraîlî çekdarên mixalefetê û desthilatdarên Sûriyeyê wekî "DAIŞ" pênase kirin û anî zimên:

"Xwedê û rehm di dilê van de nîne û divê ji holê werin rakirin."

Akram Hasson di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku Kurd "di avakirina dewleta xwe ya serbixwe de bi ser bikevin."