Îranê herî zêde êrişî kîjan welatî kiriye?

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ji 28ê Sibatê ve herî zêde êrişî Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) kiriye.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28ê Sibatê ve dest pê kiriye.

Îranê jî di êrişên xwe yên bersivdayînê de herî zêde mûşek û dron berdane Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat).

Li gorî amarên wezaretên parastinê yên welatên Kendavê, saziyên li Îranê, artêşa Îsraîlê û çavkaniyên îstixbaratî yên vekirî, hejmara êrişan diyar bû.

Îranê di êrişên xwe de nêzîkî 3 hezar û 186 mûşek û dronan avêtin welatên Kendavê.

Herî zêde Îmarat hat armanckirin

Cebilxaneyên Îranê di nav welatên Kendavê de herî zêde axa Îmaratê kiriye armanc.

Di navbera 28ê Sibatê û 11ê Adarê de hezar û 797 mûşek û dronên Îranê ber bi Îmaratê ve hatin avêtin.

Ev hejmar ji sedî 56ê êrişên Tehranê yên li ser welatên Kendavê pêk tîne.

Di rêza duyem de Kuweyt tê û Îranê 682 mûşek û dron avêtine wir.

Her wiha 285 mûşek û dron avêtine Behreynê, zêdetirî 237 mûşek û dronan avêtine Qeterê, zêdetirî 170 mûşek û dronan avêtine Erebistana Siûdî û zêdetirî 15an jî avêtine Umanê.

Li hêla din, Îranê di êrişan de bi zêdetirî 650 mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kiriye.

Lê belê ne Îranê ne jî Îsraîlê amarên di destê xwe de bi temamî parve nekirin.

Pergalên parastinê yên welatên ku hatin armanckirin, piraniya van mûşek û dronan xistin xwarê lê hinek ji wan li armancên xwe ketin.

Hejmara êrişan a li gorî welatan ev e:

Îmarat: 1,797 mûşek û dron

Kuweyt: 682 mûşek û dron

Îsraîl: Herî kêm 650 mûşek û dron

Behreyn: Herî kêm 285 mûşek û dron

Qeter: Herî kêm 237 mûşek û dron

Erebistana Siûdî: Herî kêm 170 mûşek û dron

Uman: Herî kêm 15 mûşek û dron

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke leşkerî bir ser Îranê.

Îranê jî li hemberî vê yekê dest bi êrişên bersivdayînê kir.

Îranê ji bilî Îsraîlê, êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û hinek welatên din ên herêmê kir.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.

Li gorî berpirsên Îranî, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hejmara kuştiyan ji hezar û 348an derbas bûye û hejmara birîndaran jî zêdetirî 17 hezaran e.