HURMIZ - Şahdamara aboriya cîhanê di bin metirsiya şer de ye
Hewlêr (Rûdaw) - Tengava Hurmizê wekî şahdamara aboriya cîhanê û bazara enerjiyê tê dîtin lê niha ew li navenda aloziyên herêmê ye.
Bi destpêkirina şerê dawî yê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê re gefa girtina vê rêya avî ji sloganeke siyasî veguherî rastiyeke qadî.
Ahdamara enerjiyê di bin metirsiyê de ye
Tengava Hurmizê, li cîhanê xala herî mezin a veguhastina petrolê ye.
Li gorî amarên Saziya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê, rojane nêzîkî 20 milyon bermîlan petrola xav di vê tengavê re derbas dibe.
Ev jî ji sedî 20ê tevahiya petrolê pêk tîne ku li cîhanê tê hilberîn.
Ji xeynî petrolê, salane zêdetirî 80 milyon tonî gaza xwezayî di vê rêyê re tê veguhastin ku piraniya wê ji Qeterê ber bi Asya û Ewropayê ve diçe.
Ev tengav ji bo welatên Asyayê, meseleya "man û nemanê" ye çimkî ji sedî 75ê petrola ku di vir re derbas dibe, ber bi bazarên Çîn, Hindistan, Japonya û Koreya Başûr ve diçe.
Her cure rawestîna li vê tengavê tê wateya rawestîna çerxa aborî ya cîhanê.
Kî Hurmizê kontrol dike?
Ji aliyê cografî ve, Îran li ser tengavê xwedî serdestiyeke temam e.
Qeraxên wê yên dirêj û hebûna giravên stratejîk ên wekî "Ebû Mûsa" û "Tumbên Mezin û Biçûk" derfetê didin Supaya Pasdaran ku çavdêriya hûrgilî ya tevgera keştiyan bikin.
Tehranê gelek pergalên mûşekî yên dijî keştiyan û dronan li qeraxên deryayê bi cih kirine.
Li hêla din, Amerîka bi rêya Fermandariya Navendî (CENTCOMyê) û Hêza Deryayî ya Pêncem, wekî parêzvana sereke ya azadiya deryavaniyê ya li herêmê kar dike.
Amerîka û Îsraîlê di vî şerî de zerereke mezin daye hêza deryayî ya Îranê lê Tehran ji bo sepandina serdestiya xwe serî li "têkdana lojîstîk", danîna mayînan û bikaranîna dronên xwekuj dide.
"Derbasbûna bêguneh" yan "transît"?
Pêgeha yasayî ya Tengava Hurmizê yek ji mijarên herî aloz e.
Îranê Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Yasaya Deryayan a sala 1982yan îmze kiriye lê ew peyman li parlamentoyê qebûl nekiriye.
Tehran dibêje yasaya "derbasbûna bêguneh" derbasdar e ku maf dide wê ku heke hîs bike ewlehiya wê di metirsiyê de ye rê li ber keştiyan bigire.
Lê Amerîka û cîhan diyar dikin ku Hurmiz rêyeke navneteweyî ye û divê yasaya "transîtê" lê were bicihkirin ku ev yasa rê dide derbasbûna bêmerc.
Girtina tengavê ji aliyê yasayî ve wekî "kirdara şer" tê dîtin lê Îran bi piştgiriya madeya 51an a Peymana Neteweyên Yekbûyî, astengkirina tengavê wekî "parastina rewa" pênase dike.
Hurmiz, kaxezeke zextê ya Îranê
Êrişên dijwar ên Amerîka û Îsraîlê yên ku ji 28ê Sibata 2026an ve dest pê kiriye, bûn sedema kuştina Elî Xamineyî û 48 serkirdeyên din.
Vê rewşê wiha kir ku Îran girtina tengavê wekî kaxezeke zextê ya dawî bibîne.
Stratejiya niha ya Tehranê ev e: "Heke em nikaribin petrolê bifiroşin, divê kes nikaribe."
Vê yekê wiha kir ku Tengav ji rêyeke bazirganiyê veguhere herêmeke şer a çalak.
Karesata aborî û zêdebûna mesrefan
Bandora vê rewşê ya li ser aboriyê zû derket holê.
Bihayê petrolê tenê di nava çend rojan de ji sedî 30-40 zêde bû.
Mesrefê sîgortaya keştiyan gihiştiye asta herî bilind û şirket ji bo mana li herêma Kendavê daxwaza pereyên xeyalî dikin.
Rawestîna keştiyên petrolhilgir rojane zêdetirî 100 hezar dolarî zererê dide şirketan.
Gelek keştî neçar mane rêya xwe biguherin û di dora parzemîna Afrîkayê re biçin.
Ev yek dema geştan du hefteyan û mesrefê veguhastinê jî bi milyon dolaran zêde dike.