Neteweyên Yekbûyî bangî Îsraîl û Hizbulahê kir: Şer rawestînin
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bangî Îsraîl û Hizbulahê kir ku şer rawestînin û agirbestê pêk bînin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştî hevdîtina bi Serokkomarê Libnanê Joseph Ewn re, li Beyrûtê di civîneke çapemeniyê de axivî.
Antonio Guterres diyar kir ku berê Libnanê didin nav şerekî ku gelê wê naxwaze.
Guterres got, "Ez bangî Îsraîl û Hizbulahê dikim ku agirbestekê pêk bînin, şer rawestînin û lihevkirinekê bikin da ku Libnan wekî welatekî serbixwe û serwer bimîne."
Guterres destnîşan kir ku ew ji bo hevgirtina bi gelê Libnanê re li wê derê ye.
Wî hêviya xwe anî zimên ku di serdana xwe ya din de biryara şer û aştiyê di destê dewleta Libnanê de be.
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Libnanê
Artêşa Îsraîlê 2yê Adarê di daxuyaniyekê de ragihandibû, piştî ku mûşek ji Libnanê hatine avêtin li bakurê welêt zengilên hişyariyê lê dane.
Artêşa Îsraîlê paşê da zanîn ku wan li dijî tevahiya Libnanê dest bi êrişên asmanî kiriye û Beyrûta paytext kirine armanc.
Her wiha Îsraîlê biryar dabû ku kontrola xwe ya bejahiyê berfireh bike û ji asman û deryayê ve gelek êriş biribûn ser Libnanê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsraîlê de hatine kuştin gihiştiye 687an.
Wezaretê dabû zanîn ku hejmara birîndaran jî gihiştiye hezar û 744an.