Hewlêr (Rûdaw) - 2 berpirsên Amerîkayê diyar kir ku ferman bi yekeyeke marînzan a ku ji 2 hezar û 200 leşkeran pêk tê û li ser 3 keştiyên şer ên Hêza Deryayî ya Amerîkayê ne, hatiye dayîn ku ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê bikevin.
Yekeya 31emîn a Marînzan bi awayekî mayînde li Japonyayê bi cih bûye, niha ferman bi wan hatiye dayîn ku herêmê biterikînin û biçin Rojhilata Navîn.
Li gorî daxuyaniya berpirsên Amerîkayî, şandina vê yekeyê bi wê wateyê nayê ku dê wekî hêzeke bejahî li dijî Îranê bê bikaranîn.
Mebesta vê hamleyê ew e ku şiyana bejahî, deryayî û asmanî peyda bikin da ku di dema pêwîst de di bin destê fermandarên leşkerî de bin.
Di destê vê yekeyê de çendîn amûrên leşkerî yên bipêşketî hene, di nav wan de balafireke şer a F-35 û balafira MV-22 hene.
Şandina vê hêzê di demekê de ye ku ji roja 28ê meha borî ve şerê navbera Îsraîl û Amerîkayê li gel Îranê dest pê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse