Dorpêça li ser Tengava Hurmizê dest pê kir

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tengava Hurmizê Amerîka Îran Dorpêç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dorpêça Amerîkayê ya li ser Tengava Hurmizê dest pê kir.

Fîloya Amerîkayê ragihand ku ew dê operasyonan li dijî keştiyên ku bi Îranê re kar dikin pêk bîne.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku ew dê midaxaleyî wan keştiyan bikin ku li Deryaya Umanê heqê derbasbûnê didin Îranê.

Li benderên Îranê û derdora Hurmizê qedexeyên deryayî

Rêxistina Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) derbarê dorpêça Amerîkayê de hişyariyek weşand.

Di hişyariyê de hat gotin ku wan agahî wergirtiye ku îro, qedexeyên li ser çûn û hatina deryayî yên ku bender û herêmên beravê yên Îranê li xwe digirin, ketine meriyetê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev qedexe Kendava Besreyê, Kendava Umanê û xalên li rojhilatê Tengava Hurmizê jî li xwe digire û hat gotin:

"Ev qedexeyên hanê, ala wan çi dibe bila bibe, bêyî cudahîkirinê li ser hemû keştiyên ku bi bender, termînalên petrolê yan jî tesîsên beravê yên Îranê re di nav çalakiyan de ne, tên bicihanîn."

Di hişyariyê de li ser bingeha agahiyên heyî ev nirxandin hat kirin:

- Qedexe, hemû beravên Îranê, bender û binesaziya wê ya enerjiyê li xwe digirin.

- Hatiye ragihandin ku derbasbûna ji Tengava Hurmizê ya ber bi cihên li derveyî Îranê ve rasterast di bin bandora van tedbîran de namîne.

- Lê dibe ku di dema derbasbûnê de keştî rastî hebûna leşkerî, pêwendiyên kontrolkirî yan jî prosedurên mafê serdanê bên.

- Ji bo keştiyên bêalî yên ku niha li benderên Îranê ne demeke kêm hatiye dayîn da ku ji benderan derkevin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku dê welatên din jî piştgiriyê bidin dorpêçî.

Lê heta niha ti welatî beşdarbûna xwe ya di operasyonên li dijî keştiyên barhilgir û tankeran de ranegihandiye.

Ji aliyê din ve, Brîtanyayê ragihand ku ew dê bi fîloya xwe piştgiriyê bide xebatên paqijkirina mayînan ên li Tengava Hurmizê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst