Artêşa Îsraîlê: Me zêdetirî 250 çekdar û fermandarên Hizbulahê kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan heta niha zêdetirî 250 çekdar û fermandarên Hizbulaha Libnanê kuştine.
Artêşa Îsraîlê îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişên wan ên tund ên li Beyrût, Beqa û başûrê Libnanê de, zêdetirî 250 çekdar û fermandarên Hizbulahê kuştine.
Li gorî daxuyaniyê, ew çekdar û fermandar ji 2yê Adarê heta 8ê Nîsanê hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê navê wan fermandarên herî diyar eşkere kirine ku di êrişan de bûne armanc:
Hesen Mistefa Nasir: Berpirsê embarên çekan ên Hizbulahê
Elî Qasim, Ebû Elî Ebas û Elî Hîcazî: Tîma berpirs a nirxandina îstixbaratî ya li ser Îsraîlê û bipêşxistina banka armancan ji bo êrişên li ser Tel Evîvê
Ebû Mihemed Hebîb: Berpirsê avêtina mûşekan
Şer çawa dest pê kir?
2yê Adarê, ji bo tolhildana kuştina Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di êrişeke Îsraîl û Amerîkayê de, Hizbulaha Libnanê êrişî Îsraîlê kir û gelek mûşek avêtin.
Piştre Îsraîlê jî bi êrişên bejahî û bombebaranan bersiv da.
Li gorî Navenda Tomarkirina Koçberan a Îsraîlê, ji ber êrişên Hizbulahê nêzîkî 4 hezar kes koçber bûne û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî ragihandiye ku di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê de 2 hezar û 100 kes hatine kuştin.