Libnan: Em amade ne bi Îsraîlê re dan û standinan bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun ragihand ku welatê wî li bendê ye civîna sibe ya li Washingtonê bibe wesileya agirbesta bi Îsraîlê re.

Her wiha got, tenê dewleta Libnanê biryarê li ser dan û standinan dide û ti aliyeên din hevparê wan nînin.

Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun îro di civîneke bi Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani re, ragihand ku Libnan hêvî dike di civîna sibe ya li Washingtonê de ku di navbera balyozên Libnan, Amerîka û Îsraîlê de tê lidarxistin, li ser agirbestê peyman were kirin.

Armanc ew e ku dan û standinên rasterast dest pê bikin.

"Wêrankirina Libnanê ne çareserî ye"

Serokkomarê Libnanê rexne li stratejiya leşkerî ya Îsraîlê girt û got:

"Wêrankirina navçeyên Libnanê ne çareserî ye.

Divê Îsraîl bersiva daxwazên navneteweyî bide çimkî şerên wê yên yek li pey ya din ên ji sala 1982yan ve heta îro nekarîne wan armancan pêk bînin ku Îsraîlê dixwestin."

Joseph Aoun ji bo qonaxa bê çend xalên sereke anîn zimên:

Serweriya Libnanê: Dan û standina bi Îsraîlê re tenê di desthilata dewleta Libnanê de ye û mafê ti aliyên din nîne ku destwerdanê bike.

Ewlehiya sînoran: Libnanê li Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq Herîrî û deriyên deryayî û bejayî çend tedbîrên ewlehiyê yên tund wergirtine da ku rê li ber qaçaxçîtiya çekan û pereyên neqanûnî bigire.

Dan û standinên rasterast: Libnan pêşwaziyê li daxwaza Îtalyayê dike ji bo mazûvaniya dan û standinên rasterast ên di navbera Beyrûd û Tel Evîvê de.

Bîlançoya şerê Îsraîl û Hizbulahê

Joseph Aoun ji ber piştgiriya Îtalyayê ya ji bo artêşa Libnanê û hêzên UNIFILê yên li başûr spasiya wî welatî kir.

Wî di heman demê de ew êriş şermezar kirin ku bi gotina wî dem bi dem ji aliyê Îsraîlê ve li ser hêzên aştîparêz tên kirin û dibin sedema mirina leşkerên navneteweyî.

Hizbulaha Libnanê 2yê Adarê, wekî tolhildana kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî ya di êrişeke Îsraîl û Amerîkayê de, êrişî Îsraîlê kir û çend mûşek avêtin.

Piştre Îsraîlê jî bi êrişên bejayî û bombebaranan bersiv da.

Ji ber êrişên Îsraîlê yên li Libnanê heta niha zêdetirî hezar û 200 kes li Libnanê hatine kuştin û zêdetirî 1,2 milyon kes jî koçber bûne.

Her wiha di encama bombebaranên Hizbulahê yên li ser bakurê Îsraîlê de nêzîkî 4 hezar kes li Îsraîlê koçber bûne.