Qasim Erecî: Ti gefên Îranê li ser Herêma Kurdistanê nînin

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî ragihand ku ji aliyê Îranê ve ti gef li ser Herêma Kurdistanê nînin.

Wî destnîşan kir ku dê hikûmeta Îraqê rê nede ku axa wan ji bo êrişên li ser welatên cîran were bikaranîn.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Me bi aliyê Îranî re hevdîtinên berfireh kirin û em tekez dikin ku ti gef li ser Herêma Kurdistanê û welatiyên wê nîne.”

Peymana ewlehiyê hat gotûbêjkirin

Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Îraq û Îranê 11l Gulanê li Bexdayê civiya.

Di civînê de rayedarên payebilind ên her du aliyan amade bûn.

Rojeva sereke ya civînê gotûbêjkirina peymana ewlehiyê ya di navbera her du welatan de bû.

Qasim Erecî li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û dosyeya ewlehiyê ya di navbera her du welatan de axivî û got:

“Em hewl didin bi rêya mekanîzma û rêbazên guncaw aramiya herêmê biparêzin û van pirsan çareser bikin."

"Îraq naxwaze bibe qada şer"

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê li ser parastina yekparçeyiya axa Îraqê jî agahî dan û got:

"Îraq qebûl nake ku axa wê ji bo êrişa li dijî ti welat an jî aliyekî were bikaranîn.

Ev ne tenê helwesteke dîplomatîk e, di heman demê de pêbendbûneke destûrî ye ku mirov nikare tawîzê jê bide."

Qasim Erecî da zanîn ku welatê wî naxwaze bibe qada şer a di navbera miletan de û destnîşan kir ku Îraq beravajî wê dixwaze bibe navenda nêzîkbûn û pêwendiyan.

Her wiha wî diyar kir ku Îraq xwe ji şer û pevçûnan dûr digire û wiha domand:

"Îraq ji bo aramkirina rewşê û kêmkirina aloziyan, pêwendiyên xwe yên baş ên bi Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê re bi kar tîne."