Reuters: Erebistana Siûdî çend caran êrişî Îranê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên rojavayî û du berpirsên Îranî dibêjin, Erebistan Siûdî di dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, wekî bersivekê çend caran êrişî Îranê kiriye.

Du berpirsên rojavayî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand ku êriş di dawiya meha Adarê de ji aliyê Hêzên Asmanî yên Hêzên Erebistana Siûdî ve hatine kirin.

Berpirsekî got ku ev êriş ji bo tolhildana wan êrişan bûn ku Îranê li ser axa Siûdiyê pêk anîbûn.

Dîplomasiya ji bo rêlibergirtina şer

Li gorî nûçeya Reutersê, Siûdiyê tevî van êrişan jî hewl daye ku rê li ber berfirehbûna şer bigire.

Di vê çarçoveyê de Siûdiyê bi rêya balyozê Tehranê yê li Riyadhê pêwendiyeke berdewam li gel Îranê hebûye.

Berpirsekî bilind ê Siûdiyê li ser vê mijarê got, "Em tekezî li ser helwesta xwe ya neguher a ji bo kêmkirina alozî û dan û standinan dikin da ku aramî, ewlehî û xweşguzaranî ji bo herêmê û gelê wê pêk were."

Gefên Siûdiyê û kêmkirina aloziyan

Du berpirsên Îranî û du berpirsên rojavayî diyar kir ku Siûdiyeyê rayedarên Îranî ji êrişan agahdar kirine.

Ev yek piştî pêwendiyeke dijwar a dîplomatîk û gefa Siûdiyê ya ji bo "êrişên zêdetir" pêk hatiye.

Li gorî gotina berpirsan, ev rewş bûye sedema lihevtêgihiştina her du welatan a ji bo kêmkirina aloziyan.

Zanyarî nîşan didin ku hewlên kêmkirina aloziyan berî agirbesta 7ê Nîsanê ya navbera Amerîka û Îranê bi ser ketine.

Berpirsekî Îranî da zanîn ku Tehran û Riyad li ser kêmkirina aloziyên navbera xwe li hev kiriye û got:

"Armanc rawestandina dijminatiyê, parastina berjewendiyên hevbeş û rêlibergirtina zêdebûna aloziyan e."

Amarên mûşek û dronan

Şerê Îran û Amerîkayê 28ê Sibatê dest pê kir.

Di nava 40 rojên şer de Îranê êrişî welatên Kendavê kir ku Erebistana Siûdî jî yek ji wan welatan bû.

Li gorî medyaya Siûdiyê, di dema şer de 53 mûşek û 1006 dron ber bi Siûdiyeyê ve hatine avêtin.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî diyar kir ku di navbera 25 û 31ê Adarê de 105 dron û mûşek avêtine Siûdiyê lê ev hejmar di navbera 1 û 6ê Nîsanê de daketiye 25an.

Berdewamiya êrişan wiha kir ku Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Feysel bîn Ferhan 19ê Adarê bibêje, "Mafê Şahnişînê heye ku heke pêwîst bike gavên leşkerî biavêje."