Hikûmeta nû ya Îsraîlê hat pêkanîn
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta nû ya Îsraîlê bi serokwezîrtiya Naftali Bennett hat pêkanîn û serdema 12 salî ya desthilatdariya Benjamin Netanyahu li wî welatî bi dawî hat
Parlamentoya Îsraîlê naskirî bi Knesset bi piraniya 60 dengan li hember 59 dengan bawerî da hikûmeta hevpeymaniyê ya bi serokatiya Naftali Bennett.
Li gor rêkeftina navbera partiyên ku hevpeymaniya nû ya hikûmetê pêk anîne, Naftali Bennett dê du salên destpêkê serokwezîrê Îsraîlê be û du salên din jî Yair Lapid dibe serokwezîr.
Di yekemîn daxuyaniya piştî wergirtina baweriya ji Knessett, Naftali Bennett ragihand, ku ew dê “berevaniyê li dewleta Îsraîlê û yasayên wê bike.”
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya dengdana bi hikûemta nû li Knessetê gotarek pêşkêş kir û got, ew dê careke din bihêz vegerin ser desthilatê û şaşîtiyên hikûmeta berê rast bikin.
Netanyahu got, Neftali Bennett guh nade xelkê xwe û hemû kesên ku deng dane wî hatine xapandin.
Her îro serokekî nû ji bo Knessett anku parlamentoya Îsraîlê hat hilbijartin. Mickey Levy ku bi eslê xwe kurdekî cihû ji Cizîra Bakurê Kurdistanê ye, îro bi dengê 69 parlamenteran weke serokê nû yê Knessett hat hilbijartin.