Îsraîl: Balafirên me nehatine xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand, “Îdiaya Îranê ya ku dibêje du balafirên me yên şer xistine derew e.”

Medyaya Îranê îdia kir ku 2 balafirên şer ên Îsraîlê hatine xistin û piloteke jin hatiye dîlgirtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di parvekirina xwe ya li ser platforma Xê de got:

"Ev nûçeyên ku çapemeniya Îranê belav dike bi temamî bê bingeh in."

Adraee di parvekirina xwe de cih da wêneyên ku Ajansa Nûçeyan a Nîvfermî ya Îranê (Tesnîm) li ser mijarê belav kirine û got ku ti têkiliya wan nûçeyan bi rastiyê re nîne.