Sîstanî hawara xwe bir civaka navneteweyî
Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Bilind ê Şieyan Elî Sîstanî ji civaka navneteweyî xwest ku zextê li Îsraîlê bike.
Elî Sîstanî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin ku xwest ku civaka navneteweyî zextê bixe ser Îranê.
“Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî zextê bike”
Rêberê Bilind ê Şieyan Elî Sîstanî îro bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe ya li ser êrişên Îsraîlê eşkere kir û got:
"Ew sûcê ku rejîma dagirker pêk anî û bû sedema şehîdbûna komek zana û fermandarên leşkerî û welatiyên Îranî ku di nav wan de jin û zarok hene.
Her wiha êrişkirina ser hinek dezgeh û navendên zanistî yên welat, metirsî û xwezaya dijminkarî ya vê rejîmê careke din piştrast kir.
Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî zextê li ser vê rejîma destdirêjkar û piştgirên wê bike da ku pêşî li ducarebûna êrişên bi vî rengî bigire."
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê.