Erdogan û Sûdanî li ser danîna çekan axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser çekdanîna PKKyê bi telefonê axivîn.
Recep Tayyîp Erdogan û Mihemed Şiya Sûdanî doh bi telefonê axivîn.
Li gorî agahiyan, di rojeva her duyan de çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hebû.
Sûdanî di pêwendiya telefonê de bal kişand ser bandora herêmî ya danîna çekan û got:
“Çekdanîna PKKyê dê bandoreke erênî li herêmê bike.
Ev gav dê sûdê bigihîne ewlehiya herêmê û hewldanên bipêşkerinê bilez bike û dê di sûda gelan de bi encam bibe.”
Erdogan û Sûdanî her wiha pêwendiyên Tirkiye û Îraqê û mijarên herêmî û gerdûnî nirxandin.