Îraq û Tirkiye ji bo gumrikê lijneyeke hevbeş ava dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Du lijneyên pêwendîdar ên Îraq û Tirkiyeyê ji bo gotûbêjkirina veguhestina kelûpelan, gumrik û deriyên sînorî li hev civiyan.
Lijneyê biryar da ku ji bo zêdekirina qebareya dan û standina bazirganî ya heta 30 milyar dolarî bixebitin û lijneyeke hevpar a gumrikê ava bikin.
Balyozxaneya Îraqê ya Tirkiyeyê îro di daxuyaniyekê de naveroka civîna her du welatan a li Enqereyê eşkere kir.
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Deriyên Sînorî, Gumrik û Veguhestinê Samî Ebdulhusên Radî û Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Sezaî Uçarmak beşdarî civînê bûn.
Wan li ser mekanîzmayên zêdekirina asta kar a li deriyên sînorî û bipêşxistina hevkariya gumrikê gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniyê, Îraq û Tirkiyeyê li ser avakirina lijneyeke hevpar a gumrikê li hev kiriye.
Ev yek di çarçoveya bihêzkirina hevkariya di navbera gumrikên her du welatan de ye û armanc ew e ku bibe sedema bipêşxistina pêwendiyên bazirganî û hêsankirina çûnûhatina kelûpelan bi rêya deriyên sînorî.
Di civînê de behsa rêyên hêsankirina bazirganiyê, zêdekirina kapasîteya deriyan û piştgirîkirina projeyên binesaziyê yên ji bo bazirganiya dualî û transîtê hat kirin.
Balyozxaneya Îraqê ya li Tirkiyeyê ragihand, her du aliyan tekezî li ser daxwaza xwe ya ji bo zêdekirina qebareya dan û standina bazirganî ya heta 30 milyar dolarî, bihêzkirina veberhênana hevbeş û berfirehkirina hevkariyê bi rêya Projeya Rêya Bipêşketinê û avakirina deriyên nû yên gumrikê kir.