Trump: Dest bi gotûbêjên qonaxa duyem hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump  gihişt bajarê Şerm Şêxê yê Misirê ku Lûtkeya Xezeyê lê tê lidarxistin.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya yekem de li vir got, "Gotûbêjên qonaxa duyem ên derbarê Xezeyê de dest pê kir."

Serokê Amerîkayê Donald Trump  beriya lûtkeyê bi Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re civiya.

"Eger me li Îranê nexistiba, lihevkirin çênedibû"

Trump derbarê Îranê daxuyanî da û got ku pêdiviya Îranê bi piştgiriyê heye û dixwaze peymaneke bike.

Serokê Amerîkayê got, "Eger me li tesîsên nukleerî yên Îranê nexistiba, peymana Xezeyê çênedibû."

Donald Trump anî ziman ku 35 welatan piştgirî daye peyamanê û wiha axivî:

 "Kesî nedifikirî ku dê li Rojhilata Navîn aştî çêbibe. Lê ev yek pêk hat."