Peymana 'Aştiya Xezeyê' hat îmzekirin: Serkirdeyên cîhanê di peymana dîrokî de civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Peymana "Aştiya Xezeyê" ya ku demeke dirêj bû cîhan li benda wê bû, îşev li bajarê geştyarî yê Misirê Şarm Şêxê yê Misirê di merasîmekê de hat îmzekirin.

Bi dehan serokdewlet û rayedarên hikûmetê yên ji çar aliyên cîhanê beşdarî merasîmê bûn.

Îmzeyên dîrokî ji bo aştiyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî di nav wan serkirdeyan de bûn ku peymana dîrokî îmze kir.

Ev hevdîtina girîng a serkirdeyan, ji bo misogerkirina aştî û aramiya mayînde ya li Xezeyê gaveke krîtîk e.

Çav li başbûna rewşa mirovî ye

Merasîm di bin eleqeyeke mezin a medyaya navneteweyî de pêk hat. Tê payîn ku peymana îmzekirî rewşa mirovî ya li herêmê baştir bike, çareseriyên siyasî leztir bike û dawî li pevçûnên demdirêj bîne.

Her çend hûrgiliyên peymanê hîn bi tevahî nehatine eşkerekirin jî, tê gotin ku ew xalên ku aliyan li ser li hev kirine, nîşana destpêka serdemeke nû ya ji bo herêmê ne.

Trump: 3000 sal kişand ku em bigihîjin vê qonaxê

Serokê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî, ji ber "serkeftina" wî ya di peymana agirbest û pevguhertina dîlan a li Xezeyê de, pîrozbahî li Donald Trump kir.

Trump ji bo beşdarbûna lûtkeya aştiyê gihişt Şerm Şêxê û li balafirgehê ji aliyê Sîsî ve hat pêşwazîkirin.

Sîsî: Te karekî bêkêmasî kir

Sîsî di civîna şandeyên her du welatan de ji Trump re got, "Birêz Serok, te karekî bêkêmasî kir."

Sîsî diyar kir ku ew "serkeftina mezin" a Trump a di gihiştina Peymana Xezeyê de teqdîr dike û got:

"Ez ji ber Peymana Xezeyê Serok Trump pîroz dikim. Serok Trump, yekane kes e ku dikare Peymana Xezeyê û aştiyê li herêma me pêk bîne."

"Divê agirbest bi cih bibe"

Sîsî da zanîn ku divê "agirbest bi cih bibe" da ku hemû dîl werin berdan û wiha domand:

"Divê agirbest pêk were da ku hemû dîl bên berdan. Divê em di demeke nêzîk de cenazeyên mayî radestî Îsraîlê bikin, alîkariyê bigihînin herêmê û qonaxên mayî yên peymanê temam bikin."

Trump: Ji bo em bigihêjin vê qonaxê 3000 sal derbas bûn

Piştî îmzekirina peymana dîrokî ya "Aştiya Xezeyê", Serokê Amerîkayê Donald Trump jî daxuyaniyeke balkêş da. Trump di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya peymanê û got, "Ji bo em bigihêjin vê qonaxê 3000 sal derbas bûn."

Çi bûbû?

Serokê Amerîkayê Donald Trump, 9ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di dan û standinên li Misirê de qonaxa yekem a plana agirbestê ya li Xezeyê pesend kirine.

Peyman li Misirê hat îmzekirin û bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê, 10ê Çiriya Pêşîn di saetên serê sibehê de ket meriyetê.

Piştî ku artêşa Îsraîlê li gorî peymanê ji "xeta zer" vekişiya, hat ragihandin ku agirbest heman rojê saet di 12:00an de ketiye meriyetê.

Di êrişên Îsraîlê yên ku ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan heta peymana agirbestê li ser Kerta Xezeyê pêk anîn de, 67 hezar û 682 kesan canê xwe ji dest da û 170 hezar û 33 kes jî birîndar bûn.