Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Em dikarin peymanekê bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant ragihand, ji bo ku dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de bên berdan ew dikarin peymanekê bikin.
Li gor nûçeya Yediot Ahronotê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant û malbatên kesên dîl hatin ba hev.
Yoav Galant got di wî şerî da teşkîlata ewlehiyê bi du tiştan re eleqedar dibe ku yek têkbirina Hemasê û ya din jî berdana dîlên di destê Hemasê de ye.
Galant anî ziman ku çi dibe bila bibe ew bibiryar in ku dîlan xelas bikin û ew jî bi rêya peymanê an jî operasyonê dikare çêbibe.
"Ez Hemasê baş nas dikim"
Galant da zanîn ku ew bi salan e Hemasê baş nas dike, bi rêya zor û zextê ew dikarin dijî Hemasê têkoşînê bidin û got:
“Salnameyeke me ya şer tune. Heta ku dîl bên berdan em dê bidomînin."
Bi vê daxuyaniyê Galant cara ewil e ku behsa peymanê dike.