Robert Palladino bû berpirsekî bilind ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku Robert Palladino wekî Berpirsê Bilind ê Ofîsa Kar û Barên Rojhilata Navîn a wezaretê hat destnîşankirin.
Di daxuyaniya ku li ser platforma Xê hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji bilî Palladino, Gregory LoGerfo jî wekî wekîlê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Kar û Barên Rojhilata Navîn hatiye erkdarkirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du berpirs dê bi hevbeşî kar bikin da ku plan û ajandaya Serokê Amerîkayê ya bi navê "Amerîka Pêşî" (America First) bi pêş bixin.
Ev yek dê bi rêya bihêzkirina hevbeşiyên herêmî, zêdekirina hilberîna aborî û piştgirîkirina plana 20 xalî ya Trump a ji bo aştiya li Rojhilata Navîn pêk were.
Ofîsa Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn, bandoreke rasterast li ser danîna siyaseta Amerîkayê ya li hemberî welatên herêmê û Bakurê Afrîkayê dike.
Palladino di qada dîplomasî û siyasetê de wekî yek ji kesên xwedî ezmûn tê naskirin.
Robert Palladino di salên xebata xwe de di Wezareta Karên Derve de gelek postên bilind wergirtine ku beşeke wan a girîng taybet bi Rojhilata Navîn bûne.
Yek ji wan postan jî posta Konsulê Giştî yê Amerîkayê ya li Hewlêrê bû.